Karl Gjellerup

Nivîskarê Danîmarkayî
(Ji Karl Adolph Gjellerup hat beralîkirin)

Karl Adolf Gjellerup (jdb. 2ê tîrmehê 1857 li Roholte, m. 11ê çiriya pêşîn 1919 li Klotzsche a nêzîkî Dresden) nivîskarekî Danimarkayî bû û Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtî bû.

Gjellerup di sala 1890an de

Jînenîgarî biguhêre

Di jiyana xwe ya têr wêjeyî de binavkirina "Epîgonos" jî bikardianî. Heya sala 1878î perwerdeya teolojiyê dibîne. Dihat payîn ew jî wekî bavê xwe bibe keşe (pader, dêrnêr, keşîş, farer, pîder, baba) lê bi bandora Charles Darwin û Georg Brandes dest ji pîşeyê xwe vekişand, derkete gerekê mezin. Wî ji aliyekî ve li zimanên Aryanî (bi taybetî Almanî) dikola, ji aliyekî ve jî naveroka olan dişopand. Dawiyê de gihîşte wê encamê ku Xrîstiyanî (Mesîhîtî) û Bûdîzm xwedî bingehên têkûz û pozîtîv bûn. Diviyabû ev xezîneya han, ji bo fîlozofiyê bingeh bihata girtin. Wî helbestên bêhempa dinivîsandin û hevokên wê bi hostayî dirist. Sala 1917î bi tevî Henrik Pontoppidan guncavê Xelata Nobelê ya wêjeyê hate dîtin.

Berhemên Gjellerup biguhêre

  • Ein Idealist (1878) - Îdealîstek
  • Minna (1889)
  • Der Pilger Kamanita (1906)