Karîban
Karîban an kehrîban an jî kevirê teyîsok benîştê kacê (Pinus) yê fosîlkirî ye. Bi taybetî, li qeraxên başûrê Deryaya Baltîk tê dîtin. Sert e û rengê wî zer û spî yan bi sore ve ye. Pircar şefaf e û mirov dikare tê de mêş û mûr an perçeyin giya bibîne.

Berî 40-60 milyon salan di vê karîbanê de pîrikek girtî bû
Li Kurdistanê karîbana reş (kevirê Erzîromê, kevirê Oltiyê) heye.