James Watt

Endezyar û îcatkerekî Skotî , makîneya dukelê yên nûjen pêşxistiye

James Watt FRS FRSE (19ê Befirbara paşîn 1736ê - 19ê Tebaxa 1819ê) dahêner û endazyarê Skotlendayî ko makîneya hilmê baştir kir û bi vî awayî Şoreşa Pîşesazî hilkir. Dersdêrê wî yê serekî Joseph Black bû.

James Watt

FRS FRSE
Jidayikbûn19 kanûna paşîn 1736 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Greenock (Renfrewshire, Brîtanyaya Mezin) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin25 tebax 1819 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Heathfield Hall Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêSedemên sirûştî
Cihê goristanêSt Mary's Church Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilSkotlenda Skot
HevwelatîKeyaniya Yekbûyî Brîtanî
Perwerde
  • zanîngeha Glasgowê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Endezyar
  • kîmyager
  • fizîknas
  • dahêner
  • peyaner
  • technician li ser wîkîdaneyê biguhêre
Bandorbar
  • Thomas Newcomen Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Ann McGrigor (1775–)
  • Peggy Miller (1763–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • James Watt
  • Margaret Watt
  • Gregory Watt
  • Janet Watt Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • James Watt Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Agnes Muirhead Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Robert Watson-Watt (descendant) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • honorary doctorate of the University of Glasgow (1806)
  • Scottish Engineering Hall of Fame (2021)
  • Fellow of the Royal Society of Edinburgh Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenîgar biguhêre

Destpêka jiyanê biguhêre

James Watt li 19ê Befirbara Paşîn ya sala 1736ê li benderekê Skotlendayê, Greenock, hat dinyayê. Babê wî gemîsaz û gehîdar û peymankarekê gemiyan bû. Dayka wî jî gelek xwenda û ji malbateka berniyas bû.

Xwîndina fermî ya Jamesî gelek bêserûber bû û wî piranî li mal li cem dayika xwe dixwînd. Li zarotiya xwe da, James di karên destî û di matematîkê da gelek serkevtî bû.

Li 17-saliyê dayika wî mir û ew jibo xwîndina li ser çêkirina amûran çû Londonê da li bajarê Glasgow kargeheka çêkirina amûran jibo xwe dabimezirînit. Lê ji ber hindê ko wî bi qasî heft salan şagirdî nekiribû, koma asinkarên Skotlendayê nehêla ko ew karê xwe yê xweser dabimezirînit. Lê sê kes ji dersdêrên zanîngeha Glasgowê delîve da wî ko di zanîngehê da kargehekê jibo xwe ava bikit. Sedema wê ew bî ko James amûrkerê yekane yê Skotlendayê bo ko matîmatîk dizanî. Wî li sala 1758ê, kargehê xwe li zanîngehê damezirand û Joseph Black bû dersdêr û hevalê wî. Joseph yek ji fîzîkzan û kîmyazanên zanîngeha Glasgowê bû.

Makîneya hilmê biguhêre

Çar salan piştî vekirina kargeha xwe, Jamesî li ser pêşnihara dersdêr û hevalê xwe John Robinsonî dest bi karkirin a li ser makîneya hilmê kir. Heta wî çaxî Jamesî çi makîneyên hilmê nedîtibûn. Wî dixwest ko modêlekê xwe çê bikit. Lê bizavên wî çi verêj nebûn. Wî dest bi xwîndina hemî kitêb an nivîsînên li ser makîneyên hilmê kir.