James K. Polk
James Knox Polk (jdb. 2ê çiriya paşîn a 1795an li Pineville, Mecklenburg County, Karolînaya Bakur; m. 15ê hezîranê 1849an li Naşvîl, Tênêsî) ji 4ê adarê 1845an heya 4ê adarê 1849an, serokdewletiya DYAyê kiriye. Ew serokdewletê yanzdem bû. Beriya wê jî parêzgartiya federedewleta Tênêsî (1839 heya 1841) û berdevkiya meclîsa temsîlkar a dewletê kiriye. Polk ji Partiya Demokrat (DYA) bû.
James K. Polk | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn |
2 çiriya paşîn 1795 ![]() Pineville (Karolînaya Bakur) ![]() |
Mirin |
15 hezîran 1849 ![]() Nashville ![]() |
Sedema mirinê |
Kolera ![]() |
Cihê goristanê |
Tennessee State Capitol ![]() |
Hevwelatî |
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ![]() |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Meqam |
|
Partiya Siyasî | |
Hevjîn | |
Dê û bav | |
![]() | |
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîne![]() |
Di şerê Amerîka û Meksîkê de welatê xwe biserxistiye. Di sazûmaniya bacgirtin, gumrikê de reformên mezin kiriye. Tenê yek werçerxek (heyam) li ser postê serokatiyê maye, nexwestiye cara duyem bê hilbijartin. Wî jî siyaseta "berfirehkirina axa Amerîkayê" meşandiye. Di dema wê rûbera DYAyê 3,1 milyon km² zêde bû. Yekem car di dema wê de li DYAyê pûlên postageriyê hatine bikaranîn.