Jambon
Jambon, kenge, pîltan berhemekê goştê ye. Bêjeya jambon ji fransî derbasê romiyan (tirk), ji wan jî kurdan bûye. Di zimanê kurdî ji bo her berhemekê goşt binavkirineke taybet heye. Ji ber ku zimannasên kurd li ser pêjgeha kurd ti xebatekê nekirine, pîltan, kenge, parî ji van kîjanê mirov dikare bo jambonê bikarbîne ne kivşe ye.
Li Amerîka û Ewropayê pirranî ji goştê berazê tê çêkirin. Goştê pîlê bi xwê (solin), şekir, biharbêhn, nîtrat ûêd tên çêjdarkirin û tenê yan di xwarinan de tên bikaranîn. Jambonên xavî tên xwarin, ên ji goştê kedanî û golikê jî hene.
Li welatên misilman ji ber ku goştê berazê tabû ye, jambonên kedanî û goştê sor gelek in. Li Kurdistanê jî niha di marketan de jambon tên firotin, pirranî li bajaran dikeve pêjgehên malan.
Cureyên sereke yên kengeyê (pîltan, jambon)
biguhêre- Kengeya kelînê. Divê di nava çend rojan de bên xwarin. Tevlî xwarinan dikin.
- Kengeya hişkkirî. Bi hestî yan bê hêstî, bi aroma yan bê aroma tên hişkkirin.
- Kengeya fume. Bi xwê yan hewayê tê hişkkirin.
- Kengeya betan û berhemên din ên goştê.
-
Le jambon (Félix Vallotton, 1918).
-
Le jambon (Édouard Manet, c. 1875).
-
Le jambon (Paul Gauguin, 1889).