Cemal Ebdo

(Ji Jamal Abdo hat beralîkirin)

Cemal Ebdo, wekî Mîrê Hêkan jî tê nasîn, wênesazekî kurd e. Ebdo ku di sala 1961ê de ji dayîk bûye li Almanyayê dijî.

Cemal Ebdo
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Hunermend Cemal Ebdo (Mîrê Hêkan) di 27ê gulana 1961ê de li gundê Til Kidiş (Tilgidiş) nêzîkî bajarê Dirbêsiyê li başûrê-rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye.

Piştî bidawîkirina xwendina dibistanê di sala 1980î de, Mîrê Hêkan di sala 1981ê de berê xwe da Almanyayê. Li wê derê, wî di Zanîngeha FH-Aachen de dest bi xwendina bilind kir. Di 1988an de, wî xwendina xwe bi dawî anî û dîplom wergirt.

Di ber xwendina xwe re, Mîrê Hêkan di warê şanogerî û derhêneriyê de xebitî. Herweha wî demek dirêj dîlana balet û ya caz dikir û di vî warî de gelekî serkevtî bû.

Piştî xwendina xwe, Mîrê Hêkan di gelek waran de kar kir û bi taybetî di amadekirina hovk û dîkorên kanalên televizyonê yên almanî WDR û ARD de.

Hunera nûjen û modern roleke bingehîn di jiyana Mîrê Hêkan de dilîze. Ew bi enerjiyeke mezin û fantaziyeke xurt ramanên xwe di tabloyan de pêk tîne û ew li gelek welatên ewropî pêşkêş kirine.

Bîbliyografî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre