Cakarta
Cakarta (bi îndonezî: Jakarta), paytext û bajarê herî mezin ê Îndonezyayê ye. Jakarta li peravê bakurê rojavayê Javayê ye ku girava herî qelebalix a cîhanê ye û mezintirîn bajarê Asyaya Başûr e ku wekî paytexta dîplomatîk a Yekîtiya Neteweyên Asyaya Başûr kar dike.[1]
Cakarta
| |
---|---|
| |
Jakarta | |
Navê(n) din: | |
Dirûşm: | |
Cakarta li ser nexşeyê | |
Koordînat: 6°10′30″Bş 106°49′39″Rh / 6.17500°Bş 106.82750°Rh | |
Parzemîn | Asya |
Dewlet | Îndonezya |
Paytexta | |
Dema avabûnê | 22 hezîran 1527 |
Îdarî | |
• Şaredar | Heru Budi Hartono (2022–2024) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 662 km2 (256 sq mi) |
Bilindahî | 8 m (26 ft) |
Nifûs | 10.562.088 (2020) |
Dem |
|
Koda telefonê | 021 |
Plakaya erebeyê | B |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bajêr navenda aborî, çandî û siyasî ya Îndonezyayê ye ku bajêr xwedan statûyek di asta parêzgehê de ye ku li gorî daneyên sala 2021an nifûsa bajêr 10.562.088 kes e. Her çend Jakarta tenê li ser 664,01 km² dirêj bibe jî bajêr xwedan qada herî piçûkê Îndonezyayê ye ku qada metropolê ya bajêr 9.957,08 km² rûerd werdigire ku bajarên satelîtên wekî Bogor, Depok, Tangerang, Tangerang Başûr û Bekasî wedihewîne û ji sala 2021an vir ve 35 milyon nifûsa devera bajarî heye ku bajêr dibe mezintirîn devera bajarî ya li Îndonezyayê û piştî Tokyoyê jî duyem mezintirîn devera bajarî ya li cîhanê ye. Jakarta di nav parêzgehên Îndonezyayê de di rêza pêşkevtina mirovî de di rêza yekem de ye. Derfetên karsazî û karûbarê Jakarta, digel kapasîteya bajêr ya pêşkêşkirina standarda bilind a jiyanê li gorî beşên din ên welêt koçberên ji seranserê arşîpela Îndonezyayê kişandiye û bajêr bûye melbenda gelek çandan.
Jakarta yek ji kevintirîn bajarên Asyaya Başûr e ku bi domdarî mirovan li bajêr jiyan kirine. Cakarta di sedsala çaremîn de wekî Sunda Kelapa hatiye damezrandin ku bajêr ji bo Padîşahiya Sunda dibe benderek bazirganî ya girîng. Dema ku bajêr bi navê Batavia dihat zanîn, paytexta defakto ya Hindistana Rojhilatê Holendayê bû. Heya sala 1960an ku statûya bajêr ya fermî wekî parêzgehek bi cihêrengiya herêma paytexta taybetî hate guhertin, Cakarta bi fermî bajarek di nav Javaya Rojava de bû. Wekî parêzgeh, rêveberiya bajêr ji pênc bajarên îdarî û ji parêzgehek îdarî pêk dihat. Jakarta bajarekî cîhanê yê alfa ye û cihê sekreteriya Yekîtiya Neteweyên Asyaya Başûr e. Saziyên darayî yên wekî Banka Îndonezyayê, Borsaya Îndonezyayê û navendên gelek pargîdaniyên îndonezyayî û pargîdaniyên pirneteweyî li bajêr hene.
Wêne
biguhêre-
Rêya Buswayê li Bundaran
-
Wêneyek ji Cakartayê
-
Bundaran HI, nîşaneyek sala 1960an a Cakartayê ye ku li dawiya rojavayê navçeya Mentengê ye.
-
Monas, sembola Cakartayê.
-
Ofîsa parêzgarê Cakarta li avahiya Şaredariya Cakartayê.
-
Asoya Cakartayê ji Semanggiyê.
Çavkanî
biguhêre- ^ "Overview". web.archive.org. 17 sibat 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 sibat 2015. Roja gihiştinê 13 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)