MySpell
MySpell bernameya ji bo kontrolkirina rastnivîsê ya OpenOffice.org e. Ji bo MySpell ferhengeke bi kurdî heye. Ji ber vê OOo bernameya ofîsa yekemîn bi kontrola rastnivîsa kurdî ye.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/ku/thumb/6/66/Rastnivis.gif/220px-Rastnivis.gif)
Bernameyên din ji bo kontrolkirina rastnivîsê Ispell û Aspell in. Ferhengên MySpell ji bo Aspell jî tên weşandin. Ji ber vê ferhenga Aspell a kurdî jî heye.
MySpell di asta ceribandinê ye. Guhertoya dawî ya MySpell a Kurdî 0.20 ye.
Sazkirina MySpell a kurdî
biguhêreSazkirina Jixweber
biguhêreSazkirina MySpell êdî jixweber jî dibe, bi DicOOo 1.4.1 û jê pêşketîtir jixweber tê sazkirin.
Sazkirina bi Destan
biguhêreDi guhertoyên kevin (<1.9) de zimanê kurdî hîn di nav zimanên fermî yên OpenOffice.org de tune bû. Ji ber vê yekê divê mirov bi xwe saz bike. Pêşî bi DicOOo ferhenga MySpell a kurdî daxe. Heke sîstema te Microsoft Windows be, peldankeke (klasor) wekî
- "c:\program files\OpenOffice.org1.1.x\share\dict\ooo" bibîne. Di vê peldankê de dosyayeke bi navê
- "DICTIONARY.LST"
jî heye. Tê de lîsteya ferhengên heyî heye. Vê dosyayê veke û rêza
- DICT af ZA ku_TR
lê zêde bike. Êdî OpenOffice.org ji bo zimanê "Afrikaans" ferhenga kurdî bi kar tîne. Kompûtera xwe bigire û dîsa veke. Qediya. Ji bo pelgeyên bi kurdî zimanê "Afrikaans" bi kar bîne.
Dîroka versiyonên MySpell a kurdî
biguhêre- 0.20 - 21.01.2005
- 0.12 - 12.09.2004
- 0.11 - 04.09.2004
- 0.1 - 03.09.2004
Girêdanên derve
biguhêre- Rastnivîs a ji bo Firefoxê
- Rastnivîs a ji bo OpenOffice.org 3'yê
- Malpera MySpell a kurdî Girêdana arşîvê 2005-02-08 li ser Wayback Machine
- Projeya MySpell (di SourceForge de)
- bi DicOOo ferhenga kurdî daxe Girêdana arşîvê 2005-04-19 li ser Wayback Machine sazkirina otomatîk bi DicOOo
- MySpell kurdî Girêdana arşîvê 2005-12-10 li ser Wayback Machine versyona fermî wekî paketa ji bo sazkirina bi destê xwe
- Lîsteya zimanan
- Nivîseke ser firehkirina MySpell a kurdî Girêdana arşîvê 2006-09-06 li ser Wayback Machine - .sxw, bi OpenOffice.org veke