İkram Oğuz

Nivîskarekî kurd
(Ji Ikram Oğuz hat beralîkirin)

İkram Oğuz (z. 20'ê Tîrmeh, 1962 Xanbegiya Jêrîn, Tatos (Tekman)) nivîskarekî kurd e.

İkram Oğuz
Jidayikbûn1962 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

İkram Oğuz (bixwîne: Îkram Oẍuz)

İkram Oğuz nivîskarekî kurd e.

Ew di sala 1962an da li gundekî Sehedê, li Xanbegiya Jêrîn a li ser Tatosê ji dayîk bûye.

Di pênc saliya xwe da dersa Quranê ji bavê xwe girtiye û di zarokatiya xwe da ji bilî Quranê, bi tîpên Erebî Mewlûda Mele Ehmedê Batê û Nûbar a Ehmedê Xanî xwendiye.

Dibistana ewil li gund, ya navîn û lîse jî li Erzîromê qedandiye.

Di dema 12ê Îlonê (1980) da hatiye girtin û demek di girtîgehâ Erzîrumê da da ma ye.

Di navbera salên 1984-88an da li Zanîngeha Stembolê Fakulteya Aborîyê xwendîye û qedandîye.

Piştî Zanîngehê çend salan li Stembolê di fîrmayeke taybet da wek rêvebir xebitiye.

Di destpêka sala 1992an da dest bi karê weşangerîyê kirîye.

Di nav damezranêrên Rojnama Azadî û Kovara Deng da cîh girtiye û wek berpirsiyarê giştî yê weşanan, rojname bi rê ve biriye.

Di heman demê da wek xwediyê weşanxaneyê, ji bilî Rojnama Azadî û Kovara Deng bi dehan pirtûkên Kurdî û Tirkî weşandî ye.

Di navbera salên 1992-94an da sedem nivîs û rêvebirîya wî, ji alî Dadgehên Parastina Dewletê va di derheqê wî da bi sedan doz hatine vebûn.

Di Gulana 1994an da, bi girtin û qedexekirina Rojnama Azadî va ew jî sedem hin nivîsên xwe û xwedîtiya rojnamê bi cezayê girtîgehê hatiye sizakirin.

Loma di dawiya sala 1994an da bi awayekî xeternak derketiye derveyî welat û karên xwe yên siyasî li Ewropayê domandiye.

Di dawiya salên 90î de dest ji siyaseta hizbî berdaye û di fîrmayeke taybet de wek rêvebir xebitîye.

Di sala 2004an da jî bi hinek hevalên xwe ra malpera http://www.navkurd.eu damezrandîye. Ji wê demê û vir da xwedî û berpirsiyarê malperê ye û di malperê da bi kurdî dinivîsîne.

Îkram Oğuz zewicî ye û bavê Şevîn û Kejê ye.

Berhemên wî biguhêre

Bi navê Mîro û Rêwî du roman û Jîyan bi kurdi xweş e! û Dengbêjên bavê min (nivîsên bijarte û lêkolîn) çar pirtûkên wî hatine weşandin.

·       Mîro, roman, ISBN 978-605-4427-58-1, di Adar a 2014an de li Stembolê, di nav weşanên Weşanxaneya Do de derket.

·       Rêwî, roman, ISBN 978-605-4765-25-6, di îlona 2017an de li Stembolê, di nav weşanên Weşanxaneya Doz de derket.

·       Jîyan bi kurdî xweş e!, di Cotmeh a 2019an da li Kornwestheimê, di nav weşanên NavKurd da derket.

·       Dengbêjên bavê min, di Sibata 2021an da li Kornwestheimê, di nav weşanên NavKurd da derket.

Herwiha di gelek kovar û rojnameyan da gotarên wî yên bi Kurdî hatine weşandin.

Girêdanên derve biguhêre