Idrissa Diarra
wênesazê xelkê Peravê Diranfîl
Idrassa Diarra wênesazekî afrîkî ye ku di 1969an de li Tomikoro, Peravê Diranfîl, Afrîkayê, hatiye ser dinyayê. Ew bi eslê xwe malinké ye.
Idrissa Diarra
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Pîşe |
Diarra wênesazekî xwegihandî ye û ligel hin wênesazên din ên hevdemî mîna Augustin Kassy, Zéhirin û Losseni rewtekeke hunerî ya naîv li Peravê Diranfîl pêk tînin. Di sala 1986an de dest bi çalakiyên xwe yên hunerî kir û heta niha hem li Afrîkayê (Peravê Diranfîl, Gabon û Senegal) û hem jî li Ewropayê (Fransa, Belçîka û Ketelonya) pişkdarê zêdeyî 40 pêşangehan bû.
Yek ji çavkaniyên wî yên îlhamê daristanên tropîkal ên Afrîkayê ye. Diarra di 2014an de li bajarê Grand-Bassamê (Peravê Diranfîl) dijiya.
Mirina wî
biguhêreIdrissa Diarra di 15ê tîrmeha 2015an de mir.[1]
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- http://jeanmichelneher.blog.lemonde.fr/2005/02/27/2005_02_galerie_idrissa/ Girêdana arşîvê 2016-03-12 li ser Wayback Machine (bi fransî)
- http://claudipuchades.blogspot.com.es/2014/04/idrissa-diarra.html Girêdana arşîvê 2016-03-09 li ser Wayback Machine (bi ketelanî)
Ev gotara jînenîgariyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Ev gotara têkildarî hunerê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |