Zimanê îdo

(Ji Ido hat beralîkirin)

Îdo yan jî zimanê îdo (bi îdo: ido), navê zimanê çêkirî ye.

Zimanê îdo
Ido Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala



Logoya Zimanê îdo
Çêker
  • Louis de Beaufront
  • Louis Couturat Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • çiriya pêşîn 1907 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema weşandinê1907 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Îdo ji bo çêkirina zimanekî ragihandinê yê nû yê navbera mirovan di sala 1907an de ji hêla Uniono por la Linguo Internaciona Ido ("Yekîtiya ji bo zimanê navneteweyî yê îdo") ve hatiye pêkanîn.

Ev ziman dişibe zimanê esperanto û ji bo rakirina kêmasiyên esperanto hatiye çêkirin. Kesên ku îdo dizane bi hêsanî zimanê esperanto jî fahm dike. Cûdahiya herî giring a nava wan du zimanan de alfabe ye. Îdo alfabeya standard a latînî bi kar tîne. Lê di nava alfabeyê esperanto tîpên q, w, x û y tune ne, cihê wî tîpên ĉ, ĝ, ĥ, ĵ, ŝ û ŭ hene. Tê texmînkirin ku sê-çar hezar kes zimanê îdo dizanin.

Louis de Beaufront zanê navdar ê zimanê esperanto û komeke esperantîstan a din bawer dikir ku esperanto, wek zimanekî navneteweyî, hê jî pir dijwar e û divê bêtir were hêsankirin. Lê piraniya endamên civaka esprantîstan nedixwast dest li binema û binçîna esperanto bidin, ji lew re Louis de Beaufront û koma xwe zimanê îdo afrand.

Girêdanên derve biguhêre