Saziya Navneteweyî ya Atomê
International Atomic Energy Agency (IAEA) (Ajansa navneteweyî ya enerjiya atomê), ajanseke girêdayî NY, bo bipêşxistin, lîhevkirin û afirandina normên bikaranîna enerjiya atomê ya navneteweyî ye. Di 29'ê tîrmehê 1957'î de hatiye damezirandin.
Bi qasî çêkirina normên navneteweyî, kontrolkirina navneteweyî jî dike. Armancekê wê jî pêşîgirtina bikaranîna atomê di çekan de ye. Serokê wê yî niha Mohamed ElBaradei ye. Sala 2005'î de serokê wê û sazî guncavê Xelata Nobel a Aşitiyê hatin dîtin. Gorî statîstîkên sala 2004'î ji 90 welatî 2.200 xebatkar û 350 înspektorên wê hene.
Heya niha serokatî kirine
biguhêre- 1957 heya 1961 William Sterling Cole, DYA
- 1961 heya 1981 Sigvard Arne Eklund, Swêd
- 1981 heya 1997 Hans Blix, Swêd
- ji 1997 Mohamed ElBaradei, Misir
Gelek rexne tên kirin ku sazî bi dadmendî tevnagere, welatên mezin û xurt hemî cureyên atomîk çêdikin û xwedî ne lê sazî tenê li welatên ku tevlî polîtîkayên dewlemendan nabin hişyar û gilî dike.