Humlegården
Humlegården ("Bexçeya leblebûyê", "Leblebûstan") park û seyrangeheke mezin a taxa Östermalmê ye li Stokholm, Swêdê. Li parkê Kitêbxaneya Neteweyî ya Swêdê (bi swêdî: Kungliga biblioteket, "Kitêbxaneya Qiralî") ye[1].
Humlegården | |
---|---|
Humlegården li ser nexşeyê | |
Koordînat: 59°20′22″Bk 18°4′22″Rh / 59.33944°Bk 18.07278°Rh | |
Dewlet | Swêd |
Li beşa îdarî | |
Damezrîner | Johan III |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dîroka Humlegårdenê
biguhêreParka qiralî
biguhêreHumlegården di destpêkê de Bexçeyê fêkiyan ê malbata qiral bû, ku di sedsala 17an de ji aliyê keyê swêdî Johan III ve hate çêkirin. Bi swêdî humle tê wateya leblebû, ya ku yek ji nebatên ku li baxçeyê hêşîn dibûn. Di 1686-87an de, keybanûya swêdî Ulrika Eleonora ya Danîmarkayê li wir ji xwe û zarokên xwe re pavyoneke bi navê Rotundan ava kir.
Seyrangeha rekreasyon û dema vala
biguhêreJixwe di sedsala 17an de, beşên parkê ji gel re hatin vekirin. Di 1764an de, park ji bo şahiya gelemperî hate vekirin. Ji 1773 ta 1780î, li Rotundan, di pavyona berê ya şahbanûyê de, şanoyeke bi navê Humlegårdsteatern (Şanoya Humlegårdenê) hate çêkirin. Ji 1853 ta 1877an jî, şanoya Humlegårdsteatern dîsa hat bikaranîn.
Parkeke giştî
biguhêrePark ji sala 1869an ve bi tevahî ji gel re hate vekirin. Îro park ji bo niştecîhan cihekî rekreasyonê yê populer e. Li parkê, ji xeynî çîmenên berfireh, qadeke futbolê, rampayeke skateboardan û cihên lîstikê ji bo zarokan hene[2].
Bîrdar û peykerên parkê
biguhêreHumlegården warê çend peykeran e. Di navenda parkê de Linnémonumentet heye, bîrdara mezin a botanîst û zoologîstê swêdî Carl von Linné (1707-1778) e. Bîrdar ji aliyê Johannes Frithiof Kjellberg (1836-1885) ve hat dîzaynkirin û di sala 1885an de hat pêşkêşkirin.
Peykerên din ên Humlegårdenê ew in: yên dîroknas Anders Fryxell (1795–1881), kîmyanas Carl Wilhelm Scheele (1742–1786), nivîskara swêdî Fredrika Bremer (1801–1865) û keşeyê lûterî Peter Wieselgren(1800-1877).
Çend peykerên din jî hene: Farfadern yê peykerçêker Per Hasselberg (1896), Tuffsen yê Egon Möller Nielsen (1949), Isobartema yê Martin Holmgren (1970), Cordillera de Los Andes yê Francisco Gazitúa (2000) û peykarê nivîskarê swêdî Hjalmar Söderberg (1869–1941) bi destê peykersazê Peter Linde.
Galerî
biguhêre-
Linnémonumentet
-
Carl Wilhelm Scheele
-
Peter Wieselgren
-
Anders Fryxell
-
Fredrika Bremer
-
Farfadern
-
Tuffsen
-
Cordillera de Los Andes
-
Isobartema
Çavkanî
biguhêre- ^ https://web.archive.org/web/20041112170851/http://www.stockholm.se/files/76000-76099/file_76073.pdf
- ^ "Humlegården, parklek". Stockholms stads. Roja gihiştinê 20 hezîran 2023.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |