Hormona kortîkotropîn

Navê din a vê hormonê hormona adrenokortîkotropî (ACTH) an jî bi kurdî hormona handera tûkila adrenal e. Ev hormon di bêşa hîpofîza pêş de tê berhemkirin û derdan. Hormona kortîkotropîn hormonek peptîdî ye û ji 39 asîdên amînî pêk tê[1]. Hîpotalamus, hormona derpirandina kortîkotropîn (CRH) der dide, bi bandora vê hormonê, hîpofîz jî hormona handera tûkila adrenalê der dide. Armanca hormona kortîkotropî, beşa tûkil a rijênên adrenal e. Rijênê adrenal li ser gurçikan de cih digire. Her çiqas li ser her gurçikek de rêjênêk adrenalê hebe jî, karê van rijênan û gûrçikan ne yek e. Bi bandora hormona handera tûkila adrenal, ji rijênê adrenal hormona kortîzol û hormonên androjen berhem dibe û tên derdan.

Rijenên adrenal li ser gûrçikan cih digire
Qeta dirêjkî ya rêjênê adrenal

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî: biguhêre

  1. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Adrenocorticotropic hormone