Higtaba Semsûrê jî wekî higtabên din patîle yan bi gotina ewropayî, pîza ye.

Ji mehelmiyan an asûriyan hatiye? biguhêre

Xebateke zanistî nehatiye kirin lê bi texmîni ji gelê cîran mehelmî yan asûrîyan, ku herdu gel jî samî ne, xwedî heman rehên çandê ne, derbasê pêjgeha kurd bûye. Ji higtaba bi hêkê re, hêktev tê gotin.

Cureyên navdar ên higtabê biguhêre

Berkeliya (melzemeyê) higtaba Semsûrê biguhêre

  • Patîle (bi qasî ku têra têkela we kir)
  • 200 gr goştê qelandî yê tîkegoşta mihê, yan qeliya zivistanê
  • 2 serî pîvaz
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) bexdenûsa hûrkirî
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) îsota sor
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)

Amadekirina patîleya wê biguhêre

Ard (arvan) berdin teştekê, nava wê vebikin. Hevîrtirşê bi şîrê bişekir bihelînin, ron bikin. Viya berdin nava vekirî ya ardê. Rûn, du hêk û xwê jî tevlî bikin û hêdî hêdî hevîr bistrên.

Hûn bi dilê xwe ne lê girik bi qasî hêkê bin baştir e. Bi destan vebikin.

Çêkirin biguhêre

Tîkegoşt an qeliyê hûrbikin, pîvazê jî ziravkî. Biharbêhnê (biharat) tevlî bikin, tavbidin. Li ser pîdeyê (yan pîdeyan) rabixînin û navêjin firneyê, bila bipije.