Heyva tijî (sembola wê ya astronomîk: ), gava roj û heyv - her yek li hêleke cîhanê - hemberî hev disekinin pêk tê.

Wêneyeke heyva tijî.

Heyv di vê rewşê de hinkî li jorî xulgeha cîhanê ye. Ji ber ku gava heyv û xulgeha cîhanê xwediyê heman pehniyê bin, wê çaxê siya cîhanê dikeve ser heyvê û bi vî havî heyvgirtin derdikeve holê. Dijheviya hevya tijî heyva nu ye.

Ronahiya heyvê di dema heyva tijî de digihêje asta xwe ya herî bilind; herwiha, ronahiya wê di nava -12.5 û -13 mag e. Gava meriv vê ronahiyê bi ya rojê û ya sevê tîne ber hev, ronahiya heyvê ji ya rojê 400'000 car tarîtir e û ji ronahiya ezmana sevê jî 250 car ronîtir e. Ronahiya heyvê ji ber xulgehên elîptîk (xwar) ên heyv û cîhanê carna dadikeve carna jî radibe. Gava cîhan him pirr nêziki rojê (perîhel) him jî pirr nêzikî heyvê ye (perîgeum), wê caxê ronahiya heyva tijî 22% ronîtir e. Wek mînak: di îlonê 2006'an û adarê 2010'an de heyva tijî pirr nêzikî perîgeumê bû, lê ev yek her 9 sal carekê pêk tê.

Pêşangeh

biguhêre

Çavkanî

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Heyva tijî de hene