Hey bin Yeqzan

Pirtûka Îbn Tufeyl

Hey bin Yeqzan (bi erebî: حي بن يقظان‎, Ḥayy bin Yaqẓān, bi latînî: Philosophus Autodidactus, bi kurdî: Jîndar, lawê Hêşyar) çîroka erebî ya pêşin, ji hêlekê ya pêşina xelkên Rojhelata Navîn û çîroka fîlozofîya pêşina ji aliya doktor û fîlozofê Endulusê Îbn Tufeyl hatiye nivisandine. Paldanka Îbn Tufeyl nivisîna vê pirtûkê de çîrokekê ko Îbn Sîna li ber wî nivisî bû.

Çîroka Hey bin Yeqzan li ser wêjeya rojhîlata navîn û pê ku wergera latinî û îngîlîzî bû jî li ser wêjeya ewropayî bandoreke mezin kir. Ew di pê di 1671'an de hat wergerina latînî kirin re di 1708'an de hatibû wergerina îngîlizî.

Bi kurtebirî çîroka Hey biguhêre

Çîroka Ibn Tufeyl li ser fîlozofiya Ibn Sîna bilind dibe. Çîrok qala zarokekî ji bo tirsa zilm û zora hikûmaderekî, bi dergûşekê ko li avê binav nebe tê berdana deryayekê û pê re jî saxlem digêhê giravekê tenayê di Okyanûsa Hîndê de dibe, dike. Pê ew li beravên vê giravê li avê difilite birçî dibe, digîre û diqêre. Xezalekê mê vê qêrîne dibîhîze û tê hindê dergûşê û wan textên ko êdî sist bûnî bi lingên xwe dişkêne û wî zarokî der dixe hole. Zarok jî difikire ko ew diya xweya û ji guhanên wê şîr dimêje. Êdî kînga ew zaroka birçî dibe xezal wî zarokî dimêjîne û zarok bi vî halî mezin dike. Êdî Hey mezin dibe û pê mezin dibe re li ser ûyêr û tiştên dor xwe difikire û ji wan bûyeran encam û ramînan der dixe. Mîna ko kênge xezalê ko ew mêjandî mezin kirî dimire laşî wê parçe dike û lêkolîna sebeba mirina wê dike, wiha li ser bedana xwe, stêrkan, pêykan difikire.

Hey bê hevditîn û bê peyivînê tu kesan re, bi fikirîn û hiş û mantiqê bîryar dike û hêşyar dibe ko va dinê û gerdûna ji aliyê aferîndêrekî ve hatiye afirandin. Ji pê demekê re ew welata ko Hey wextekê ji der ketî, lê Hey nedizanî, de mirovekê bi navê Absal dixwaze ko xwe bikişîne înzîva û xelwetê tê vê giravê û li wir Hey bin Yeqzan dibîne.

Çîroka Ibn Tufeyl her çiqas li ber wî bi hewşêwa navan ji aliya Ibn Sîna hatibû nivisîn jî wek çîrok û bi şirovan bi navê Tufeyl belav dibe û navdar dibe. Hey bê mamoste bêhevotîna sîstematîk bixwe bixwe, bi ders der xistina bûyêrên kelakên xwe, xwe dihevêjîne. Ew pêşaniya çîrok û romanên wek Robinson Crusoe yên ko li ser mirovekî li giravekê tena dijîbû.

Girêdanên derve biguhêre