Hestmendî, zîrekiya hestan (Emotional Intelligence, EI an EQ) jî wekî zîrekiya hiş (IQ) tê pîvandin û di psîkologiyê de bi taybeti di van 50 salên dawî de ciheke girîng digire. Mirov çawa hişmend e ewqas jî hestmend e. ango xwedî zîrekiyeke hestan e.

Mirov ne tenê bi IQ´ya xwe tê nasîn û bextewar dibe, ewçend jî bi EQ´ya xwe ango bi asta hestmendiya xwe tê nasîn û bextewar dibe. IQ û EQ bi hin testan tên pîvandin. Cara pêşîn di salên 80´î de ji aliyên psîkologên Îsraîlî ve hatiye formûlekirin. Xeyseta mirov a şîrovekirina hestên xwe û devedora xwe, serî bi astengiyên civakî re derketin, di têkiliyan de serkeftin e.

Daniel Goleman gelek xebat û lêkolîn li ser hestmendiyê kiriye.