Kawayê Hesinkar

kesê mîtolojiya Newrozê
(Ji Hesinkar Kawa hat beralîkirin)

Kawayê Hesinkar yan jî Kawayê Hesinger kesê sereke yê mîtolojiya newrozê ye ku li gorî texmînan nêzîkî 4300 sal berê li dijî serdarê zordest Dehaq serî hildaye û wî têk biriye. Piştî ku Kawa Dehaq têk dibe vê têk birinê bi agirekî mezin ku ji çar aliyê bajêr ve tê dîtin ji bo gelê bajêr diyar dike. Li gorî heman mitolojiyan Kawa vê serhildanê di roj yan jî di şeva 21ê adarê de pêk aniye ku ji wî rojê vir ve roja 21ê adarê ji aliyê gelên îranî û gelên din ên herêmê ve wekê roja pîrozbahî ya Newrozê hatiye diyar kirin. Kawayê hesinkar di roja îro de ji aliyê kurdan ve wekî kesayeteke azadî û serhildanê tê dîtin ku roja Newrozê ji aliyê kurdan ve wekê cejna azadiyê û vejînê tê dîtin. Newroz û şahiya Newrozê her sal di roja 21ê adarê de ji aliyê kurdan ve li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin.

Peykerê Kawayê Hesinkar

Bi efsaneya Kawayê Hesinker re dîrokeke mezin tê ser ziman. Berî zayînê di deme Medan de keyê Asurî yê bi navê Dehaq êrîşî Mediyan dike û wan dike bindestê xwe de. Wan dike ku bike koleyên xwe. Lê medî li ber xwe didin. Di nav kurdan de ji deme Naîriyan ve li gor nêzîkatiyeke konfadarasyonî xwe birêxistin kirin heye. Her herêm, xwedi key e. Jê re dibêjin ´mîr´.[çavkanî hewce ye] Berî deme Medan, Naîriyan weke nêzîkî 500 salî di welatê xwe de bi azadî jîn bûn. Cih bi cih êrîş jî dibûn. Lê bi serê xwe bûn. Di wê demê de, demên Asuriyan dest pê dikin û ku ew jî bi hêz dibin, êdî dixwazin ku li ser wan herêman hemûkan serweriya xwe ava bikin. Bi şeran li deran bi ser jî dikevin, ta ku dem tê deme 800 wan berî zayînê, êdî hin bi hin Naîrî serweriye weke ku bi tememî winda dikin. Êdî ew jî bi wê windakirinê re li ber xwe didin û dikin ku careke dîn serweriye xwe ava bikin. Ji berî zayînê 800 û ta 600 wan, di dîroke wan de mirov karê weke demên raperîn û şeran bêne ser ziman. Di wan deman de kurd bi tememî serweriye winda dikin û êdî li her deverî berxwadana wan dest pê dike.

Dem ku tê ta dema Medan, êdî hin bi hin li hine herêmne xwe bi ser dikevin. Serweriya xwe bi serdixin. Herême mazin ya wan Gerzûbaqartan û Aqbatanê ya. Li Gerzûbaqartan jî bi ser dikevin. Piştre li Aqbatanê jî, bi Kaweyê Hesinker bi ser dikevin. Êdî ji Medan re demeke nû dest pê dike. Piştî serketina Kawa re, bi Med'a re demeke nû li Kurdistanê an jî bi giştî li herêmê dest pê dike.

Medî hêzeke mezin diafirênin. Gelek herêmên Asya jî dikine bîndestên xwe de. Ta bi Anatolya diçin. Îran û ta Efxanistanê û ji wir jî ta Pakistanê diçin. Nirxên xwe li mirovan belav dikin.

Ramana Kawa

biguhêre

Hizir û ramana kawa pir girînge. Pir di nav xelkê li ser tê sekinandin. Bahsa azadîxweziya wî tê kirin. Hizre wî ya azadiyê pir xurte. Ew li azadiya xwe xwedi derketiya. Deme ku azadiya wî ketiye bindest de, êdî wî bidest li ber xwedanê kiriya. Di nav kurdan de îro jî dagarê(sembol)ê vê yekê ye. Weke hizir û dagerê berxwadanê azadiya xwe ya. Ew hizrê wî di nav xalkê de bideng e. Pir bahsa vê yekê bi rêz tê kirin. Rêzeke mezin jê re heye. Pîroziyeke mezin di nav kurdan de bi navê wî re tê ser ziman. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku felsefe azad û mirov pêre tê ser ziman.

Hizrê Kawa bi gelek awayan tê ser ziman. Deme ku mirov hizrê wî bêne ser ziman, divêt ku mirov ji bîr nekê ku piştî serketina wî re li Mediya pêşketineke çawa derkete holê. Bi vê yekê re ew xwediyê hizreke bi pergal e. Xwediyê hizreke ku civaknasiya wê xurte jî. Ew, pêşî, bi li nirxên xwe xwedi derketinê tê ser ziman. Ew weke sembola vê yekê jî ye.

Newroz, weke roja bi serketina serhildana Kawa ya. Bi vê yekê tê ser ziman. Piştî ku Kawa bi ser dikeve, êdî şahiyên serketinê dest pê dikin. Di nav kurdan de, di wê demê de agir pir pîroze. Piştî serhildan û serketinê agir tê pêxistin. Êdî piştre, ew agir pêxistin di be weke sembola wê rojê. Piştre hertimî di wê rojê de weke bi bîr anîna Kawa û serkeftina wî, agir tê pêxistin.

Di pêxistina agir de gelek wate têne ser ziman. Di serî de wate, azadiyê têne ser ziman. Wate serxwabûnê jî têde heye. Ji ber vê yekê, agir dadan pir girînge ji bo kurdan di wê rojê de.

Newroza hemdem û Kawayê hemdem

biguhêre

Îro newroz pir bi şahî û girseyî weke berê di nav kurdan tê pîrozkirin.

Îraniyan, ji ber ku wan xwe nêzkî kurdan didît, di wan herêmên kurdan de, yên di nav sînorê wan de, zêde pirsgirêk derneketin. Lê "weke çandaka Îranî" ta ji wan hat xwestin ku bidina nîşandin. Bi vê yekê re gelek nirxên kurdî di nav Îraniyan de jî bicih bûn. Vê yekê kir ku çandaka wek hevdû şîn bibe di nav wan de. Ji xwe, ji aliyê zimên ve gelek xosletên wek hevdû hene. Bi vê yekê re pevçûn û bi hev re pêşketin, bi hev re bi wan re jîn bû.

Lê li aliyê Osmaniyan wilo ne bû. Piştî şerê Çardiranê çend ku Îranî serdest bûn û xwe lev dana hevdû jî, lê Kurdan xisarên mazin jê dîtin û zû bi zû xwe lev ne dana hevdû. Piştre di demên piştre de, hin bi hin qedexekirineke mezin li ser serê Kurdan berdewam kir. Ta deme komara tirk ev qedexekirin berdewam kirin. Di deme komarê de jî wê qedexekirinê hê xurttir û zêdetir hebûna xwe berdewam kir. Li ser navê kurdan nirxên wan hatina jêbirin. Li aliyê Kurdistanê yê qatê Tirkî, çanda wê derê weke çanda tirk hata nîşandin. Demên bişavtinê her weha dest pê kirin. Piştî ku tekoşîna azadiyê e kurdan dest pê kir, êdî dîsa li xwediderketine nirxên xwe derkete hole. Êdî Newroz jî bidest bi girseyî hatina pîrozkirinê hata kirin. Weke ku kurdan ji vê rewşê re di got, "ji nû ve şiyar bûn" bû. Êdî Newroz û nirxên ku bi Newrozê re dihatina ser ziman û kevneşopiyên ku pêre hebûn, careke dî zîn û jîn bûn. Weke ku kurdan got "Newroz ji nû va careke dî bû", êdî. Ew nûbûn jî, bi navê newroza hemdem hate pêşwazîkirin.

Li gor demê, navê Kawa jî hate ser ziman. Weke wê demê, çawa ku bindestî bû û Kawa rabû û li ber xwe da, êdî ji nû ve jî, kurd weke wê demê rabûna ser pîyan û tekoşîna xwe ya nûjen dan. Ji pêşengiya wê jî gotin "kawatîya hemdem". Ev gotin di nav tekoşîna kurdan de ku hê nû ve dest pê dikir û hemû tişt hatibû jibîrkirin, pêşengekî kurd bi navê Mazlum Dogan ku di zîndanê de girtî, bedena xwe bi sê darikên kibrîtê, ku weke sembola agirê Newrozê pêxistin û dawi li jiyana xwe anî. Vê bûyarê, careke dî di ser hişê kurdan de kawatî bi bîr anî. Êdî berxwedan mezin û bilind bû. Bi vê yekê re kawayê hemdem bû.

Lê wekî dî jî ku mirov bêne ser ziman, divêt ku mirov her weha bêje ku weke hizir û felsefe hemdem û mîte hemdem bû, ew zîn û jîn kirin. Îro, felsefe kurd ji nû ve bi hemdemî afirî. Ev hemdemî jî her weha ew hemdemî ye.

Çavkanî

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre