Hesen Guneylî

Endazyarê kurd

Hesen Guneylî endazyarekî kurd û nivîskarê pirtûka Matematîkê ye a ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hatiye çapkirin.

Hesen Guneylî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Li gundê Sûsayê ku bi navçeya Farqînê ya Amedê ve girêdayî ye, ji dayik bû. Piştî sala 1992'yan jiyana xwe li navenda Amedê berdewam kir. Li Zanîngeha Dîlokê beşa Endezyariya Elektrîk û Elektronîkê di sala 2008'an de kuta kir. Pişt re di 2009an de li heman zanîngehê dest bi Lîsansa bilind (Master) kiriye û di 2011an de xelas kiriye. Beşa wî ya Masterê Vedor û Pergal (Circuits ans Systems) bû.

Di dema xwendina zanîngehê de dest bi projeya kurdîkirina materyalên endezyariyê kir û ji bo vê yekê bi navê endezyar.org malperek amade kir. Bi riya vê projeyê hewl da ku di hemû warên endezyariyê de materyalên kurdî derxe holê, yên heyî bide naskirin û li ser yên nû jî nîqaşên zanistî bide destpêkirin. Pirtûka matematîka kurdî jî parçeyekî biçûk ê vê projeyê ye.

Yekem pirtûka matematîkê ya bi navê MATEMATÎK ji aliyê Hesen Guneylî ve hatiye nivîsandin. Herweha pirtûka Fizîkê jî nivîsandiye. Di navbera 2011 û 2014 de Komxebata Zaravên Teknîkî ji aliyê TMMOB û TZP ve hatiye çêkirin. Ev komxebat ji aliyê Hesen Guneylî ve hatiye pêşniyarkirin û birêvebirin. Serokê lijneya ku vê xebatê jî meşandiye dîsa Hesen Guneylî ye. Di encama vê komxebatê de du Fasîkul û Ferhenga Zaravên Teknîkî hatiye çapkirin.

Hemû pirtûkên wî li ser pirtûkxaneya googleyê hatine weşandin. Û di play.google.com de jî hene.

Herwisa biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre