Hernepêş sirûdeke kurdî ye. Ev helbest ya Mela Ehmedê Namî ye û bi destê wî hate nivisandin. Di vekirina konsera 4em a Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê de, Hozan Brader ji ber ku di konserê de Sirûda 'Hernepêş' xwend, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Gotinên Hernepêş ev in:

Birayên delal hûn werin Kurdino
Bihişte welat em herin merdino
Heger hûn neyên vane keç em meşin
Bese koletî serfiraz her bijîn
***
Herne pêş, herne pêş dewr û dem ya we ye
Welat çav li rê bendewarê me ye
***
Keçên nû ciwan em dixwazin felat
Me canê ciwan danî rêka welat
Dilê me ji pola gurçik bûye hesin
Bo ala rengîn keç werin em bes in
***
Herne pêş, herne pêş dewr û dem ya we ye
Welat çav li rê bendewarê me ye