Hereketa Azadî

Hereketa Azadî (partî siyasî)

Hereketa Azadî rêxistinek û partiyeke niştimanî û îslamî ya kurd e ku li bakurê Kurdistanê çalak e. Ew partiyeke nû ye û yek ji wan kêmanan e ku bi awayekî aktîv ala kurdî li ba dike û tabelayên kurmancî û zazakî di nav sînorên Tirkiyê de danîne.

Hereketa Azadî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Damezrênerê partiyê di hevpeyvînekê de got "Hereketa Azadiyê bi hukmê partî li Kurdistanê kar û barên sîyasî dike, herketeke îslamî ye lê li ser esasên Kurd û Kurdistanê tevdigere"[1]

Hereketa Azadî ji nêz ve bi Partiya Maf û Azadiyan re kar dike û di sala 2023an de bi hev re tifaqek çêkir.[2]

Hereketî Azadî di Çileya 2023’an de bi partiyeke siyasî ya Kurdistanî ya bi navê HEZKURD’ê re hevdîtin pêk anîbû û bi Partiya Doza Azadî yê re jî li ser mijarên kurdan nîqaş kiribûn.[3] Hereketa Azadî, lê îdia dike ku ji Partiya Doza Azadî bijarteyeke çêtir e.[4]

Roja damezrandina Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd ku HDP, YSP, KCD, DBP, Hereketa Azadî, û KKP jî di nav de ye, Serokê Partiya Azadî Ayetullah Asîtî got, “Bê yekîtî serkeftin çênabe. Divê em xeletî û rastiyên xwe diyar bikin û bi hev re tevbigerin. Divê em xeletiyên xwe bibînin. Ger em şer bikin em ê bi ser bikevin.”[5]

Di sala 2020an de dema ku Hesen Nesrullah, serokê Hizbullahê Libnan, heqaret li Mesûd Barzanî kir, Hereketa Azadî bi daxuyaniyeke dirêj berevaniya Barzanî kir û Nesrullah wek tirsonek bi nav kir.[6]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Hereketa Azadî Kî Ye?". www.dengeamerika.com. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
  2. ^ Media, Gulan. "Hereketa Azadî û KDP Kurdê piştevaniya xwe bo HAK-PARê ragihandin". Gulan Media. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
  3. ^ "Hereketa Azadî û HEZKURD serdana partiyên siyasî dikin". Kurdistan24.
  4. ^ "Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî: Kurdistan kezeba me ye perçe nekin! - Serhat NEWS". 13 nîsan 2023. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.
  5. ^ "Kürt Özgürlük ve Demokrasi İttifakı kuruluşunu ve seçim deklarasyonunu ilan etti". evrensel.net (bi tirkî).
  6. ^ "Hereketa Azadî: Bêrêziya li hember serok Barzanî nayê qebûlkirin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 17 tîrmeh 2023.