Henase an nefes pêvajoyeke bo jiyanê gelek girîng e. Mirovên ku henaseya wan biraweste, ewê jiyana xwe ji dest bidin. Bi gelemperrî henase veguhestina keşê (kişandina oksîjen û berdandina CO2) ya di pişikê de ye.

Du beşên henaseyê hene:

Gihandina gazan ji peqokê pişikê heta tevinekên laş û berevajî bi rêya koendama gerra xwînê peyda dibe.

Koendama henasedanê biguhêre

Koendama henasedanê li gorrî erkê wê debeşî du beşan dibe:

Di beşên borandina keş de, keş derbasî hindirrî pişikê heta peqoka pişikê dibe. Erka wê borandina û germkirina û têrkirina keş bi hilmê avê ye. Di navbara keşa hindirrî peqokê pişikê û xwîna hindirrî hûrxwînborî de kospa keş-xwînê (aires-blood barrier) heye, têre gazên henaseyê vediguhastin bi rêya belavbûnê (diffusion)

Mekanîka henasedanê biguhêre