Hemoroîd

fireh bûna li dawîya kanala analê demaran, beşa herî binî roviya dawîn (rektum) û zotikê (anûs)

Hemoroîd (bi kurdî: bawesîr, werma demarê berjêr, rûvîderî, destava mezin a bixwîn) yek ji nexweşiyên demar e û xwe bi werima demarên sereke dide der. Hemoroîd tenê navê werma di anûsê de ye.

Anatomiya hemoroîdan: yên derve (external hemorrhoid) û yên navê (internal hemorrhoid)

Sedem biguhêre

Li Kurdistanê li hin deveran ji vê nexweşiyê re, nexweşiya teralên Bexdayê jî dibêjin. Lewra ev nexweşî pirranî li kesên ku naxebitin, pirr dadiniştin, bêhereket in xwe dide der. Helbet kesên ku pirr dixebitin jî dikarin bi vê nexweşiyê bikevin. Di bijîşkiya gelêrî ya kurdî de gelek dermanên vê nexweşiyê hene.

Du cureyên wê hene: Hemoroîda xwe dide der (ango tê dîtin) û ya xwe nade der, di hundirê rûviyê de ye. Werma demar bixwîn e û gelek êşê dide. Heger xwîn were lê êş tunebe, bijîşk dikevin şika şêrpenceyê (kanserê). Dîsa nexweşî gorî asta xwe tê tedawîkirin. Heger di asteke bilind de be, bi operasyonê cihên demar ên werimînê û demar sistkiriye tên hildan.

Ji ber ku werim li demarên sereke û girîng in, operasyon bi baldarî tê kirin. Hin caran piştî operasyonê dîsa di heman cihê de yan li cihekê din dîsa werim çêdibe. Sedî sed saxbûn hin caran ne gengaz e.

Çareserî biguhêre

  • Divê mirov li ser piyan bêî hereket pirr nesekine
  • Bêhereketî bingeha nexweşiyê ye
  • Sedemên ku lêdana hundirê zik zêde dike herwekî hemoroidê jî ditetikînin
  • Xwarinên tûj (bîber, sîr û hwd)
  • Xwarinên an vexwarinên tîr (qehwe, çaya reş, çermê goşt û hwd)