Hemdem.com wekî malpereke nûçeyan weşana xwe dike. Ji aliyê Hemdem Desing ve hatiye vekirin. Xwediyê Hemdem Design jî Mîrhac Mistefa ye, ku bixwe ji Herêma Kurdistana Bakur e û ji sala 2005'an ve li Hewlêrê rûdine.

Di Hemdemê de nûçeyên di warê Aborî, Çand, Cîhan, Ji Çapemeniyê, Jin, Jiyan, Huner, Magazîn, Perwerde, Polîtîka, Rojev, Sînema, Zanistî, Zarok de têne weşandin.

Di malpera Hemdem.com de her wisa gelek nivîskarên wekî Cewher Namiq Salim, Dara Bilek, Jîr Ehmed, Hasan Huseyin Deniz, Mehmet Sait Alpaslan û gelekên din dinivîsin.

Raman biguhêre

Hemdem.com bêhtir wekî serûpeleke serbixwe ya nûçegihaniyê xwiya dike. Di malperê de ji gelek baskên siyasî û navendên cuda nivîskar hene. Ji ber ku herkes hîn bûye di weşanan de heval û dostên xwe bibînin, mirov zû bi zû hînî xeta Hemdemê nabin. Lê ji bo navendeke azad ku her nivîskar dikarin ramana xwe bînin ziman, bê sansur û kotekî nîqaş bikin, navendeke wiha girîng e.

Di malperê de ji ber ku xwendevan jî dikarin nivîs û nûçeyan şîrove bikin, azadiya ramanê li malperê pêşvetir diçe.

Wekî raman, ji sedema ku rêveberiya malperê ne nêzî tu hêz û partiyên siyasî ye, malperê kariye ku nêzî hemû navendê siyasî raweste û tenê berjewendiyên netewî derxe holê. Ramana Hemdem.com bi kinasî Rexne serbest, Dijminatî Qedexe ye.

Girêdanên Derve biguhêre