Helawa qereçiyan, helawa romanî, awara mitirban ji helawa bi gezoyê tê çêkirin re dibêjin. Bi texmînî ji çîganan derbasê gelên herêmê bûye û di pêjgeha kurd de herwiha cihê xwe girtiye. Li ser vê xwarinê xebateke zanistî nehatiye kirin.

Ji romanan re herwiha çîgan, qereçî, mitirb, mirtiv, aşiq, çîngene, tirkên sinetê dikin jî dibêjin. Mixabin bi zimanê kurdî pirtûkeke derbareyê pêjgeha romanî nehatiye weşandin. Ji ber ku gelê roman bi sed salan in koçber in, bandora xwe li gelan dane û ji wan jî gelek tişt girtine.

Berkelî biguhêre

  • 1 SA (stekana-qedeha avê) hingiv (li ser daxwazê kêm an zêde, hûn dikarin nîv stekan hingivê jî bikarbînin)
  • 1 SA av
  • 1 SA ard (arvan)
  • 1 SA rûn

Çêkirin biguhêre

Di nava rûn de ardê biqijilînin, bila zerayî pê bikeve lê baldar bin neşewitînin. Hingivê di nava ava germ de ron bikin û berdin ser ardê qijilandî û tevdin. Bila binê rûnbirêşk an quşxaneyê negire. Pirr zêde li ser agir nehêlin, lewra hingiv tehl dibe.

Li binikan parve bikin û bînin ser destexaneyê (sifre).