Hecî Mûsa Beg, Mûsa Begê Xoytî, (jdb 1855, li gundê Xeybiyan a Mûş, mrn 1926, li gundê Dugir a nêzîkî Qamişlo) yek jî endamên Xoybûnê ye. Herwiha yekem kesê Kurd e ku li dijî wî şerê psîkolojîk hatiye kirin. Ew bi revadina keçeke Ermenî ya 14 salî bi navê Gulo ve hatiye sûcdarkirin lê di rastiyê de ne wî, birayek wî (Cewahîr) keçikek Ermenî revandibû, navê keçikê jî Garşaya Mîro bû. Rojnameyên Ewropayê Hecî Mûsa Beg reşdikin, Osmanî jî mecbûr dimîne wî sirgûn dike.

Propagandaya reş li dijî Kurdan biguhêre

Di Komkujiya Ermeniyan de, diyaspora Ermenî li dijî kurdan kar dike. Nûçeyên nerast û dramatîk belav dikin. Kilama dengbêjiyê ya dengbêj Gulê di navbera salên 1825-1830î de çêkiribû, deforme dikin, li dijî Hecî Mûsa Beg û giregirên Kurdan bikartînin. Dengbêj Gulê viya li ser xwe û karmendekî Osmanî bi navê Mîso sitrabû Beriya ku Hecî Mûsa Begê Xoytî ji dayîka xwe bibe ev kilam di nava kurdan de dihate zanîn û gotin. Çapemeniya îngilîz û almanan rojane bi neyînî behsa Mûsa Beg dikin. Li ser wî roman jî tên nivîsandin. Armanca ermeniyan ew e ku ji aktûalîteya komkujiyê sûd werbigirin û dewleteke Ermenî li bakurê Kurdistanê avabikin. Ji ber ku otorîteyeka kurdan nebû, viya realîst dibînin.

Forma kilamê ya orîjînal û kevnar wiha ye:

Di orîjînala kilama gulê de, ji bo heqaretê li Mîso bike, li şûna Mîso, Mîzo (ango kesê di bin xwe de dimîze):

"Gule rê girt li ser zîn û palanan

Mîzo/Mîso Beg ket peşiyê û şûr kişand ji kalanan

Got ez ê te binim ser dînê misilmanan

Gulê got, ez Gulo me Guloka bavfile me,

Tu min hûrkî, nayêm ser dînê te me

Ez ne layiqî binemîzan, layiqê mîrê dilê xwe me

Gule got, Mîzo/Mîso Bego ez Gulo me, gula dîn im

Ez ê kinc û palê xwe li xwe bînim

Rêka Rêdikan (Retkan) bihelînim

Textê Sirmeli Mamed bigrim û bihejînim

Heger hesabê min pirsî ji xwe pirsî

Heger nepirsî ez ê donzdeh diwalan pê bihesinim"

Hê jî gelek dengbêjên kurd, Mîso û Mûsa tevlîhev dikin, dibêjin qey Hecî Mûsa Beg kecikek Ermenî revandiye.