Hawêlkî an Hewêlkî (xwemalî: dimilkî) devokek kurdiya kirmanckî (zazakî) ye. Hawêlkî li navçeya Sêrtê ya Hawêlê bi aliyê eşîrên Hesin û Sosî ve tê axavtin. Ev devok her çiqas nêzê devoka kirmanckî a Motikan û Bedlîsê be jî, gelekî xwemaliyên we sabit in. Nîvaskarê kurd Malmisanij ê ku di kovara Vate de gotareke li ser vê devokê weşandiye, balê dikîşîne ser tesîra kurdiya kurmancî ya li ser wê devokê. Axivên vê devokên wek giravekî di nava kurmancan de mane, îzole ne. Hin minak ji hewêlkî.

Mînak biguhêre

Hewêlkî Dimilî Kirmanckî Kurmancî
fetelîyayîş gêyrayîş fetelîyayîş gêrandin
kam kûm kam
ez baş ena ez rind ena ez rind a ez rind/baş im
ci (nêr) o (nêr) o (nêr) ew (nêr)
hey (mê) a (mê) a (mê) ew (mê)
xwe xo xwe/xû
zak qic doman zar