Hasan Cemal (jdb. 1944 li Stenbolê, Tirkiye), rojnamevan û nivîskarekî tirk e.

Hasan Cemal
Jidayikbûn1944 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hasan Cemal neviyê paşayê osmanî ye ku endamê rêxistina tirkperwer, Komîteya yekîtî û pêşdeçûnê (İttihat ve Terakki) Cemal Paşa ye. Hasan Cemal berê wekê rojnamevanekî kemalîst dihat naskirin lê demên dawiyê de rexneyan li kemalîzmê kiriye.

Sala 1965'ê beşa zanînên polîtîk a zanîngeha Enqereyê bidawî dike. Sala 1969'ê dest bi rojnamevaniyê dike. Yekem cihê lê dinivîsîne kovara bi navê Devrim (bi kurdî şoreş) e. Di kovara Yeni Ortam, ajansa bi navê Anka Ajansı û rojnameya Günaydınê de dixebite. Sala 1973'yê derbasê rojnameya xwedî nêrînên kemalîst e Cumhuriyetê dibe.

Di nava salên 1981-1992'yê de gerînendetiya giştî ya weşana Cumhuriyetê dike. Di nava salên 1992-1998'ê de di rojnameya Sabahê de dinivîsîne.

Berhem biguhêre

  • Barışa Emanet Olun - Raspardeyê aşitiyê bin (2011)
  • Türkiye'nin Asker Sorunu - Kêşeya Tirkiyeyê ya leşker (2010)
  • Cumhuriyet'i Çok Sevmiştim - Min gek hez ji komarê kiribû (2005)
  • Kürtler - Kurd (pirtûk) (2004)
  • Kimse Kızmasın, Kendimi Yazdım - Kes hêrs nebe, bi xwe nivîsî (1999)
  • Özal Hikayesi - Çîroka Özal (1989)
  • Tarihi Yaşarken Yakalamak - Di jiyanê de bi dîrokê girtin (1987)
  • Demokrasi Korkusu - Tirsa demokrasiyê (1986)
  • Tank Sesiyle Uyanmak - Bi dengê tankan hişyarbûn (1986)

Çavkanî biguhêre