Hasan Celal Güzel (jdb. 1945 Dîlok- 19 Adar 2018) yek ji siyasetmedar, bûrokrat, rojnamevan, karsaz û nivîskarên Tirkiyê ye.

Hasan Celal Güzel
Jidayikbûn1945 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin19 adar 2018 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Enqere Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêRespiratory failure li ser wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêEnqere, Gölbaşı Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
  • Minister of National Education (1987–1989) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dibistana seretayî, navendî û amadeyî li Meletîyê bidawîdike. Li Zanîngeha Enqereyê , fakûlteya zanînên polîtîk, beşa aborî û bûtçeyê de dixwîne. Di DPTê (saziya plansaziya dewletê) de dixebite û ji aliyê artêşê ve ji bo derkirina kêmasiyan û perwerdeya bilind bo DYAyê tê şandin. Di Kara Harp Okulu (Dibistana şerê bejayiyê) ya artêşê de demekê dirêj dixebite. Rola wî ya di vê dibistanê de pirr baş nayê zanîn. Herwekî Güzel de dema cûntaya leşkerî ya 1980ê de ji bo artêşê şêwirmendiyê û di sala 1983î de jî ji bo serokwezîr şêwirmendiya aboriyê dike. Sala 1986î de di nava refên partiya ANAPê de wekî parlamenterê Dîlokê tê hilbijartin.

Di 23ê çiriya paşîn 1992î de bi navê Yeniden Doğuş Partisi (YDP) partiyekê dadimezirîne. Piştî mirina Turgut Özal û polîtîka guhartina ANAPê bêhtir bi karsaziyê û karên weşanêre bilîdibe.

Xwedî nêrînên rastgîriya navendiyê ne û lîberalîzmê di nava çarçaviya îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk û di bin kontrola artêşê de diparêze. Güzel herwekîyek ji hezkiriyê mîrata Osmanî ye.

Hasan Celal Güzel niha di rojnameya tirk ya Radikalê de nivîsaran dinivîse.