Harvey James Alter (jdb.12ê Îlona 1935ê-) vîrusnas û lêvekolekê pizişkiyê yê Amerîayî ye ko li sala 2020ê Xelata Nobelî ya bijîşkiyê ji bo lêkolînên xwe yên li ser keşfkirina vîrusa Hepatît C vîrusê wergirt. Wê ew xelat bi hevbeşî digel du zanistvanên dî (Michael Houghton û Charles Rice) yên ko her li ser vedîtina wê vîrusê xebitîbûn wergirt.

Harvey J. Alter, 2006

Jînenîgarî biguhêre

Alter wekî kurê tenê yê koçberên Cihû yên nifşê duyemîn ji dayik bû. Wî di sala 1956an de ji Zanîngeha Rochesterê bawernameya bekaloryosê û M.D. wekî qedandina xwendinên bijîşkî wergirt.Piştî ku li Nexweşxaneya Strong Memorial a li Rochester, New York wek niştecîh kar kir, Alter di 1961 de wekî alîkarê lêkolînê beşdarî Enstîtûyên Tenduristî yên Neteweyî (NIH) li Bethesda, Maryland bû.