Hapsa Xan
Hapsa Xan (jdb. 1881 li Silêmanî, Başûrê Kurdistanê – m. 1953) yekemîn mamosteya jin a zimanê kurdî ye.
Hapsa Xan | |
---|---|
Jidayikbûn | 1881 Silêmanî (Başûrê Kurdistanê, Împeratoriya Osmanî) |
Mirin | 1953 |
Esil | Kurd |
Pîşe | Mamoste |
biguhêre |
Kurtejiyan
biguhêreHapsa Xan di sala 1881ê de wek keça malbata Xan a navdar li Silêmaniyê jidayik bû. Bi mezinbûna xwe ew digel Şêx Qadir re (ku birayê Şêx Mehmûd e) zewiciya û bû bûka malbata şoreşger a wê demê. Tê bawerkirin ku Hapsa Xan yekemîn jin bû ku bal kişande ser girîngbûna perwerdehiya jinan û vê yekê wek gaveke girîng ji bo azadî û serxwebûna gelê kurd anî ziman.
Wê di nava rêveberiya serbixwe ya Şêx Mehmûd a salên 1920'î de cih girt û piştgirî dabû mîsyona neteweyî. Herwiha, wê yekemîn rêxistina jinan a kurd ava kir û ev yek bûbû mînakek bo rêxistinên din ên jinzn li hemû Iraqê. Bi taybetî di mijarên serxwebûn û perwerdehiya jinên kurd de wê roleke gelek girîng lîstiye.
Di pirtûka Susan Meiselas a bi sernavê "Kurdistan in the Shadow of History" de wênekêşa elman Lotte Errell behsa wê dike û dibêje Hapsa ew jin e ku gava dikeve hindurê malê, hevjînê wê radibe ser piya.
Çavkanî
biguhêre- Susan Meiselas (1997). Kurdistan: in the shadow of history. Random House, New York.
Ev gotara ji bo kurdekî/ê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |