Hannes Hegen (navê rastî Johannes Eduard Hegenbarth, jdb. 16ê gulana 1925 li Česká Kamenice, Çekoslovakya - m. 8ê çiriya paşîn a 2014 li Berlînê, Almanya), xêzkar û karîkaturîstê alman bû û ji bo afirandina xêzeroman a Komara Demokratîk a Almanyayê Mosaik û serlehengên wê yên rast, Digedags, tê nasîn.

Hannes Hegen
Jidayikbûn16 gulan 1925 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Česká Kamenice Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin8 çiriya paşîn 2014 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Berlîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêKarlshorster und Neuer Friedrichsfelder Friedhof Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîKomara Demokratîk a Almanyayê, Çekoslovakya, Almanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • University of Applied Arts Vienna
  • Academy of Fine Arts Leipzig Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Comics artist
  • graphic designer
  • daner li ser wîkîdaneyê biguhêre
Xebat
  • Digedags Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Cross of the Order of Merit of the Federal Republic of Germany (2010) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.hannes-hegen.de/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyana wî biguhêre

Hegen di sala 1943/44 de li Zanîngeha Hunerên Bikarkirî ya li Viyenayê û li Akademiya Hunerên Grafîkê ya Leipzigê ji 1947 heta 1950 xwend. Dûv re ew ji bo rojname û kovaran, wek kovara satirîkî Frischer Wind û berdewamiya wê Eulenspiegel xêzkarî dikir. Di sala 1955an de ew ramana ji bo kovara wêneyan a ji bo zarokan hebû û ev pêşkêşî weşangerê Junge Welt kir, kovara Mosaîkê wî di heman salê de derket ser sûkê.[1] Xêzkar xwe ji wê demê de bi navê Hannes Hegen kir û di navbera 1955 û 1975 de bi xêzeromana Digedags xebata jiyana wî afirand. Hegenbarth xwe di maleke ku berê ji hêla Artêşa Sovyetê ve li Waldowallee 15 li Berlîn-Karlshorst bikaranî bû, malbarî kir.[2] Di heman demê de tîmê ku orjînalên mozaîk derdixe jî li vir dixebitî. Hegen li vê xaniyê xwe de ew xwe heya adara 2012an vekişandî bû û piştre jî çû xaniyê hemşîre.[3]

Tenê lênûskên yekemên Mosaîkê rasterast ji aliyê Hegen ve hatin. Lênûskên din ji hêla Hegen û tîma mozaîk ve bûn, ku mînaka Lothar Dräger (nivîs), Horst Boche, Lona Rietschel, Irmtraud Winkler-Wittig (Xêzkirin), Jochen Arfert (rengkirin), Manfred Kiedorf (model û xêzkirin) û gelek yên din bêtir, sêwirandin ., Rûpelên sernivîsê pirtûkên mozaîk de wiha dixwînin: " Mosaik von Hannes Hegen (Mosaika Hannes Hegen) ".

Piştî cedelek di navbera Hegen û Junge-Welt-Verlag, ku sedemên wan bi eşkere cûdahî di navbera naverok û daxwazên darayî yên Hegen de hebûn, Mosaika Digedag hatiye paşve xistin.

Piştî bi saleke vêsiyê tîma Mosaikê bi Abrafaxan ve wek serlehengan Mosaikeke bi xwe derxistin. Hegen bi zagonî li hember Mosaika Abrafaxan diçû dadgehê, ku ew wî kopiyek ji Digedagsên xwe dît, kir û di heman demê de dixwest ku bi karanîna sernavê "Mosaik" qedexe bike, lê bi ser neket.

Wênesaz Emanuel Hegenbarth (1868-1923) û grafîker Josef Hegenbarth (1884-1962) apên wî yê mezin ne, ew kesûkarê lîstikvan Wolke Hegenbarth (jdb. 1980) bû.[4][5]

Hannes Hegen bi sêwirana kostûman a Edith Hegenbarth bi paşnavê zayînê. Szafranski (jdb. 19 ê kanûna paşîn a 1924, m. 7 ê gulana 2008) zewicandî, ku wî di adara sala 1957 de wekî karkarek di tîma mozaîka de hildida. Edith Hegenbarth ji bo Mosaikê re gelek fîgûran afirand.

Piştî mirina jina wî, Hannes Hegen li 2009 arşîva xwe ya berfireh bi hezaran nexşeyên resen Zeitgeschichtliches Forum Leipzig re diyarî kir.

Hannes Hegen di 8ê çiriya paşîn a 2014an de, li 89 saliya temenê xwe li Berlînê wefat kir.[6] Ew di 18ê çiriya paşîn a 2014an de li goristana Karlshorster û ya nû yê Friedrichsfelder li Berlîn-Karlshorst hatiye binaxkirin.[7][7]

Xelatên wergirtî biguhêre

Hegen di sala 2008an de Xelata Max û Moritz wergirt, xelata herî girîng a Alman ji bo hunermendên xêzeromanê ji aliyê Salona Xêzeromanê Navneteweyî ya Erlangenê ve .

Di sala 2010an de, wî ji bo xebata xwe ya afirîner, Nîşana Sezaweriya Komara Federala Almanyayê wergirt.

Wêje biguhêre

Pirtûk biguhêre

  • Thomas Kramer: Micky, Marx und Manitu. Zeit- und Kulturgeschichte im Spiegel eines DDR-Comics 1955–1990: „Mosaik“ als Fokus von Medienerlebnissen im NS und in der DDR. Weidler, Berlin 2002, ISBN 3-89693-195-4 (Dissertation Universität Leipzig 1989, 405 Seiten).

Gotar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://taz.de/500-Ausgabe-des-DDR-Comics-Mosaik/!5429331/. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  2. ^ https://www.zeit.de/2014/48/johannes-hegenbarth-nachruf/seite-2. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  3. ^ https://m.bild.de/regional/leipzig/ausstellung/hannes-hegen-bewegender-besuch-bei-seiner-ausstellung-23773940.bildMobile.html###wt_ref=https%3A%2F%2Fde.m.wikipedia.org%2F&wt_t=1567427642706. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  4. ^ https://mobil.berliner-kurier.de/berlin/leute/wolke-hegenbarth-papa-digedags--warum-verkriechst-du-dich-vor-uns--5397192?originalReferrer=https://de.m.wikipedia.org/. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  5. ^ Michael Hebestreit: MOSAIK-Handbuch. Die Welt der Digedags. Leipzig (Almanya): Lehmstedt Verlag (weşanxane). 16 sibat 2012. rr. 251–253. ISBN 978-3-942473-22-4. {{cite book}}: di |sernav= de di cihê 20 de no-break space character heye (alîkarî)
  6. ^ https://web.archive.org/web/20141117080048/http://m.mdr.de/nachrichten/hannes-hegen106_zc-e9a9d57e_zs-6c4417e7.html. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 çiriya paşîn 2014. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ a b https://web.archive.org/web/20141129055727/http://www.superillu.de/exklusiv/danke-fuer-die-vielen-reisen-hannes-hegen. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 çiriya paşîn 2014. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)