Hîwa Seîd an Hîva Seîd Nivîser, helbestvanekî kurd e ku bi zaravayê soranî dinivîse. Di sala 1983'an de hatiye dinyayê. Niha jî li başûrê Kurdistanê li Hewlêrê dijî.

Helbestên wî

biguhêre
Nîw temen

-1-

Bo ewey deĺê jiyan leser kes nawestêt: Ewkatey mêju çeq debestê Leser qaremanêk westawe!

-2-

Hendêk ledaykbun heye Bestirawetewe be rizgarbunî hezaran qurbanî, Hendêk mirdinîş Yeksane be lenawçunî hezaran celad, Qaremanîş kesêke Sereta demirê, înca ledayk debêt!

 -3-

Mêjugořîn Xulandinewey nîwebazneyekî agirîne le tarîkîyewe Nemirî xeĺate bo ew qaremaney le ciwantirîn temenî lawetî Zu pîr û hîç xoşîyek lexoy nebînêt Şayet ew mirdiweye Agirî le çarenusêkî weha berda!

— Hîwa Seîd