Hîcra cara jî wek Ewnûç peyvekî li Hindistanê ji bo kesên interseks an transgender ye ku di civakên guru-xela de dijîn û xwe wek xizm dibînin.[1][2] Civata hicra li Hindistanê, ku bi navê aravani, aruvani, û jogappa jî têne zanîn,[3] tercîh dikin ku xwe wekî "kinnar" bi nav bikin, ku behsa heyînên mîtolojîk dinkin ên ku di stran û dîlanê de peyda ne. Li Pakistanê, ew wekî khawaja sira têne zanîn, ku di zimanê Urdu de hevwateya transgender e.[4]

Komek hîcra li Bangladeşê

Hicre bi fermî wekî zayenda sêyemîn li parzemîna Hindistanê tê pejirandin,[5][6][7] ne bi tevahî nêr û ne jî mê tên hesibandin. Hijra ji dema kevnar ve, wekî ku di pirtûkên Kama Sutra de tê dîtin, li binê parzemîna Hindî xwedî dîrokek tomarkirî ye. Ji destpêka sedsala 19-an ve, hîcra ji hêla desthilatdarên kolonyal ên Brîtanî ve hatin armanc kirin ku dixwest wan ji holê rakin. Ew li gorî Beşa 377 a Qanûna Cezayê ya Hindistanê (1860) hatin sûcdarkirin, û di 1871 de wekî komeke sûcdar hatin binavkirin. Vê yekê li seranserê parzemîna Hindistanê hestên dijî hîcrayê teşwîq kir, ku mîrata wan di serdema post-kolonyal de jî berdewam kir.

Gelek hîcra îro di nav civakên rêxistî de dijîn, ku ji aliyê guruyekî ve têne rêvebirin.[8] Ev civak ji kesên ku di nav xizaniyeke giran de ne an jî ji aliyê malbatên xwe ve hatine redkirin an reviyane pêk tê.[9] Gelek ji wan wek karkerên seksê dixebitin.[10]

Peyva hîcra peyveke hindûstanî ye.[11][12] Ew bi kevneşopî ji bo îngilîzî wekî "Eunuch" an "hermaphrodite" hatî wergerandin.[13] Lêbelê, bi gelemperî hîcra di dema jidayikbûnê de wekî nêr hatine nas kirin, tenê çend kes wek interseks hatine dinyayê.[14] Hin hîcra ji ayîneke bi navê nirvan de derbas dibin, ku tê de qijik, skrotum û testîk têne rakirin.[10]

Ji dawiya sedsala 20-an vir ve, hin çalakvanên hîcra û rêxistinên nehikûmî lobî kirine ku hîcra bi fermî wekî "cinsê sêyem" an "zayendê sêyemîn" were pejirandin, wekî ne mêr û ne jî jin.[15] Hîcra li Bangladeşê bi serfirazî ev naskirin bi dest xistine û di perwerdehiyê de û hin cûreyên karên kêm-drav ji bo pêşîniyê mafdar in.[16][17] Li Hindistanê, Dadgeha Bilind di Nîsana 2014 de hîcra, transgender, eunuchs, û mirovên interseks wekî "zayendiya sêyemîn" di qanûnê de nas kir.[18][19][20] Nepal, Pakistan, Hindistan û Bangladeş hemî bi qanûnî hebûna zayenda sêyemîn qebûl kirine, digel Hindistan, Pakistan û Nepal vebijarkek ji bo wan li ser pasaport û hin belgeyên fermî hene.[21]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Shaw et al. 2017, Köllen 2016, r. 171, Seow 2017, r. 132, Ginicola, Smith & Filmore 2017, r. 189
  2. ^ "Who are the hijras?". Roja gihiştinê 14 tebax 2022.
  3. ^ "Hijra Community, India (Govt.)".
  4. ^ "Engendering rights". 19 tîrmeh 2017.
  5. ^ Shaw et al. 2017, Bevan 2016, r. 70
  6. ^ "7 Countries Giving Transgender People Fundamental Rights the U.S. Still Won't". mic.com. Roja gihiştinê 17 hezîran 2016."Hijras and Bangladesh: The creation of a third gender". pandeia.eu. 2 kanûna pêşîn 2013. Ji orîjînalê di 5 tîrmeh 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 hezîran 2016.
  7. ^ Hossain, Adnan (nîsan 2017). "The paradox of recognition: hijra, third gender and sexual rights in Bangladesh". Culture, Health & Sexuality. Taylor & Francis. 19 (12): 1418–1431. doi:10.1080/13691058.2017.1317831. eISSN 1464-5351. ISSN 1369-1058. OCLC 41546256. PMID 28498049. S2CID 5372595.
  8. ^ Nanda 1985, pp. 35–54 "The most significant relationship in the hijra community is that of the guru (master, teacher) and chela (disciple)."Cohen 1995, "Hijras are organized into households with a hijra guru as head, into territories delimiting where each household can dance and demand money from merchants"
  9. ^ Nanda 1999, p. 116 "None of the hijra narratives I recorded supports the widespread belief in India that hijras recruit their membership by making successful claims on intersex infants. Instead, it appears that most hijras join the community in their youth, either out of a desire to more fully express their feminine gender identity, under the pressure of poverty, because of ill treatment by parents and peers for feminine behaviour, after a period of homosexual prostitution, or for a combination of these reasons.".
  10. ^ a b Nanda 1996.
  11. ^ Reddy 2010, r. 243 "By and large, the Hindi/Urdu term hijra is used more often in the north of the country, whereas the Telugu term kojja is more specific to the state of Andhra Pradesh, of which Hyderabad is the capital."
  12. ^ Chettiar 2015, "The Urdu and Hindi word "hijra" may alternately be romanised as hijira, hijda, hijada, hijara, hijrah and is pronounced "heejra" or "heejda";
  13. ^ Nanda 1999.
  14. ^ Nanda 1991, "Among thirty of my informants, only one appeared to have been born intersexed.".
  15. ^ Agrawal 1997, rr. 273–97.
  16. ^ "Gurus of eunuchs can not recommend castration: Govt". 9 adar 2012.
  17. ^ Karim, Mohosinul (11 çiriya paşîn 2013). "Hijras now a separate gender". Dhaka Tribune. Ji orîjînalê di 11 çiriya paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2013.
  18. ^ "India recognises transgender people as third gender". The Guardian. 15 nîsan 2014. Roja gihiştinê 15 nîsan 2014.
  19. ^ McCoy, Terrence (15 nîsan 2014). "India now recognizes transgender citizens as 'third gender'". Washington Post. Roja gihiştinê 15 nîsan 2014.
  20. ^ "Supreme Court recognizes transgenders as 'third gender'". Times of India. 15 nîsan 2014. Roja gihiştinê 15 nîsan 2014.
  21. ^ Julfikar Ali Manik and Ellen Barry, "A Transgender Bangladeshi Changes Perceptions After Catching Murder Suspects", New York Times, 3 April 2015.