Hêviyên Birîndar romana yekem a Omer Dilsoz e ku ji 164 rûpelan pêk tê. Weşanxaneya Berçem diweşîne.

Bûyera romanê li ser felsefeya "Heke tu pişta êşan neşkênî dê êş pişta te bişkênin" ava bûye. Salên lixwegerîn û aloz ên 1988-1994'an bi çavên hin zarokên ku bêyî dilê xwe bi nav pêlên jiyanê ketine, li jiyan, civak û têkoşînê dinêre. Roman bi zimanekî rewan î bi kurmanciya Hekarî hatiye hûnandin. Wekî gencîneyeke nedîtî ya peyvên resen û birîndar a Kurdî ye.

Her wiha roman bi du milan diherike. Her aliyekî wê pêlî birîneke civakî dike. Tê de gelek mijar bi aloziya demê, di dîtina zarokên ku zaroktiya xwe nikarîne bijîn, xwendevanan li nav civaka Kurdî digerîne. Bûyer pir aloz di nav hev de derbas dibin.

Mirov bêhemdê xwe dikeve nav xeleka aloz a bûyerên cuda cuda ku hemû jî berxwedana li dijî xeman in. Herçend hêvî tê birîndarkirin jî lehengên romanê hewl didin ku van birînên xwe bipêçin û dest bi destpêkeke nû bikin. Roman bi destpêkekê diqede; ango roman cihê lê dest pê dike, bi dawî tê. Dawîlêanîna romanê ji xwendevan re hatiye hiştin. Yanî ew naqete tam ji nû dest pê dike..

Girêdanên derve biguhêre