Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana di 29ê kanûna pêşîn a 1976an de li bakurê Kurdistanê li bajarê Nisêbînê hatiye dinyayê. Piştî kuştina birayê wê Zana di 14 saliya xwe de tevlî gerîla dibe û derdikeve çiya.
Hêvîdar Zana | |
---|---|
biguhêre |
Di sala 1993an de di redaksiyona radyoya Dengê Kurdistana Serbixwe de cihê xwe digire û nûçe û bernameyan pêşkêş dike.
Di sala 1996an de di televîzyona MEDê de nûçeyên kurdî pêşkêş dikir û moderatoriya bernameyan dikir. Demekê nûçgihaniya radyoya SBS kir, ku ji Awistralya bi zimanê kurdî weşana xwe dike. Gelek çîrok, gotar û serpêhatiyên wê di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine weşandin. Niha di Kurdistan TV'yê de bernameya Ji Ewropa pêşkêş dike.
Girêdanên derve
biguhêre- Nivîseke Hêvîdar Zana; DIL BÛ MECNÛNÊ KEZEBÊ Girêdana arşîvê 2011-11-22 li ser Wayback Machine
- Al Hayat hevpeyvînek ligel rojnamevana Kurd Hêvîdar Zana çêkir[girêdan daimî miriye]
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |