Hêro Qadir Mistefa (navê wê bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Herro Kader Mustafa; jdb. 1973 li Hewlêr, Başûrê Kurdistanê), dîplomateke amerîkan e ku bi eslê xwe kurd e[1]. Dîroka malbata wê mijara belgefîlma American Herro bû.

Hêro Qadir Mistefa
(Herro Kader Mustafa)
Hêro Qadir Mistefa
Balyoza Dewletên Yekbûyî ya li Bulgarîstanê
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
18ê çiriya pêşîn a 2019an
SerokkomarDonald Trump
BerêJustin Friedman
Jiyan
PerwerdeZanîngeha Georgetownê
Zanîngeha Princetonê
biguhêreBelge

Hêro Mistefa pir ziman dipeyve: bi kurdî, îngilîzî, erebî, tirkî, spanî û yewnanî dizane.

Jiyana wê biguhêre

 
2024

Hêro Mistefa li Hewlêrê, li Başûrê Kurdistanê, hatibû cîhanê. Ew di zaroktiya xwe de du sal li wargeheke penaberan de dijiya[2]. Malbata wê di sala 1976an de li DYAyê de pena digeriya. Bavê wê çalakvanekî ramyarî bû ku li dijî rejîma Sedam Huseyn bû. Malbat di sala 1976 de ji hêla Dêra Ziyon ya Lutherî li Minot, Dakota Bakur ve hat pejirandin.

Hero Mistefa di sala 1991 de ji Dibistana Bilind a Minot perwendîşa xwe ya bekeloriyosê kir û di sala 1995-an de li Zanîngeha Georgetownê a Dibistana Karûbarê Derve ya Edmund A. Walsh kir û li wir ewlehiya neteweyî û Rojhilata Navîn xwend. Wê jî ji Zanîngeha Princeton perwendîşa masterê ji bo têkiliyên navneteweyî ya Dibistana Woodrow Wilson wergirt.

Kariyera wê ya dîplomatîk biguhêre

Di 2019an de Hêro Qadir Mistefa weke balyoza Amerîkayê li welatê Bulgaristanê ji aliyê serokê amerîkî Donald Trump ve hat destnîşankirin[3].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://ekurd.net/kurdish-woman-herro-mustafa-2019-06-20
  2. ^ Letter from the Secretary of State. [nd]. 1831.
  3. ^ https://www.kurdistan24.net/ku/news/a0282592-1dd0-4904-8c6d-f634517fc9ae