Gulfiroş yek ji helbestên Cegerxwîn ên bi nav û deng.

Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
Gul bi dil didî.

Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
Gul bi dil bidî.

Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî.
Dil bi kul didî.

Min go kî didî. Can û dil bi gul,
Go ev bazar e, dil bi kul didî.
Dil bi kul didî.

Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
Dil bi gul didî.