Gula Zêrîn xelata xwerû zêr a papayan e ku her sal ji bo pîrozkirinê tê amadekirin. Ev xelat ji bo rêzgirtin û qîmetdana dêr û cihên pîroz tê dayîn. Herwiha xelat ji bo hemû key, keybanû, prens, prenses, general, mirovên taybet ên katolîk û bajaran dihate dayîn. Ji ber ku ev xelat di roja yekşemê de hatiye pîrozkirin weke "Gula Yekşemê" jî tê zanîn.

Gula Zêrîn
  • Xelata dînî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gula Zêrîn ji aliyê Giuseppe û Pietro Paolo Spagna ve di salên 1818/19an de hatiye çêkirin. Niha li Qesra Împeratoriyê ya Hofburgê ya Viyana ye.
DewletVatîkan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
  • Apostolic Ablegate Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê damezrandinê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dîroka destpêka Gula Zêrîn baş nayê zanîn. Li gorî baweriyekê ji dema Charlemagne (742-814) destpêkiriye û li gorî baweriyeke din di dawiya sedsala dozdehan de şêweyê îroyîn pêk hatiye. Lê herwiha Pope Leo IX (1051) di dema xwe de qala vê gulê dike.[1]

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre