Gul
Gul | |
---|---|
Sorgul | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
Parçe: | Magnoliophyta |
Çîn: | Magnoliopsida |
Kom: | Rosales |
Famîle: | Rosaceae |
Binefamîle: | Rosoideae |
Cins: | Rosa L. |
Gul (bi latînî: Rosa) an vil (vilik) kulîlkek ji famîleya Rosaceae ye.
Kulîlkeke navdar e û nîşaneya evînê ye. Bi qasî 300 cureyên wê hene. Ji bo kozmetîkê çandiniya wê tê kirin. bîhna gulan yê pir xweş e. wê lomê Kurên misliman pê ra dibêjin gulê mihemmedî. ji bişkuyên gulan reçel çêdibe. Gulên Xelfetîyê yên sorê tarî yên pir meşhûr in.
Di wêjeya devkî û nivîskî ya Kurd de cihê wê
biguhêreGula sor nîşaneya "destnîşankirina hezkirinê", ya zer "daxwaza zewacê" û ya spî jî "evindarî heya mirinê" ye. Li her deverekê Kurdistanê gul tê çandin bo şênkirina baxçe û devedorê avahiyan.
Bi sedan stran li ser gulê hatinê çêkirin û navê wê bo zarokên rindik hatine danîn. Dîsa di wêjeya nivîskî ya Kurdî de jî herwiha cihekê wê yê bêhempa heye.
Galerî
biguhêre-
Gula zer
-
Gula spî
-
Gula hêşîn
Girêdanên derve
biguhêreLi Wikimedia Commons medyayên di warê Gul de hene.
Wîkîferheng: gul – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |