Kozmetîk
Kozmetîk (ji grekî κοσμετικός kosmetikós, bêjeya κοσμέω kosméo di wateya „lêanîn, bicihkirin, nexşandin“) ji nexşandin, xemlandina laşê mirov, berhemên ji bo wê tên bikaranîn û pîşe û karên bi wê ve girêdayîne re tê gotin.

DîrokBiguhêre
Pirr berê mirovan pîgmentên nivîsandin û xemlandinê dizanîn. Berê ji bo parastin, kamûflaj, kêmkirina ziyanên mêş û mûran, ayînan laş dihatin birengkirin, nexşandin. Pirranî qurşûna spî, komir, gêç, înkar, (girêt, tebeşîr), riwek ûêd dihatin bikaranîn.
Di ola hîndûîzmê de jin divê xwe bixemilînin, pakij bin. Li Kurdistanê kil, hine, deqandin ji jinan dihate payîn. Di şarezayiyên greka antîk, mezopotamya û Çînê de sûdwergirtina ji rojê, diyetetîk, pakijiya laşê girîng bûye ku viya jî rê daye nexşandin û xemlandina laşê.
Romayî û ewropayiyan kêm qîmet dane kozmetîkê, li Ewropayê kozmetîk pirr dereng rûdaye. Di sedsala 18. de li Fransa, Brîtanyayê di warê kozmetîkê de şoreşek pêk hatiye.
Dabeşandina kozmetîkêBiguhêre
Mirov dikare kozmetîkê di bin du beşan de rêz bike:
- Pîvan beşa laş be,
- Pîvan bandor be.
Heger pîvan laş, cihê kozmetîk lê tê kirin beBiguhêre
- Preparatên li çermê tên dayîn
- Kremên nerm dike
- Losyonên nerm dike
- Kremên pakijiyê
- Losyonêm pakijiyê
- Losyon û kremên destê
- Kremên sereke
- Kremên rojane
- Kremên hormonan
- Kremên sterat
- Maskeyên dêmûrûyê
- Preparatên çermê rengdar dike, şanikan pordike
- Preparatên ji tîrêjên rojê diparêzin
- Preparatên antîperspîran, ango xwêdanê kêm dikin
- Preparatên deodoran, ango bêhna xwêdanê kêm dikin
- Preparatên kurkirinê
- Preparatên tozî û bipîgment
- Pudrayên dêmûrûyê
- Algûne
- Soravk
- Cîlaya neynokê
- Preparatên kêlîç, bijangan
- Preparatên porê
- Preparatên dirûv û formê didin porê
- Preparatên porê sîs, nermijî û dûz dikin
- Şampûan
- Boyaxên porê
- Preparatên rengê porê vedikin
- Preparatên porê diteyîsînin, diparêzin
- Preparatên porê xwedî dikin
- Lakeyên porê
- Preparatên diran û devê
- Preparatên xwerû bo xwedîkirin û parastina diranê
- Preparatên diranên çêkirî pakij dikin
- Herikbarênm avên bo hîjyena devê
- Preparatên kozmetîk ên din
- Preparatên ling, deh (bêçiyên lingê) û paniyê
- Preparatên pitikan
- Preparatên serşokê
- Pudrayên laşê
- Depîlatuar
Heger pîvan bandor û kêrhatin beBiguhêre
- Madeyên nihamgirtinê
- Madeyên bi keratînê
- Sebatrop
- Dermatropên sivik, îndîrekt
- Dermatropên dîrekt, rasterast tên bikaranîn
Madeyên xam ên kozmetîkêBiguhêre
Di bin sê koman de tên rêzkirin;
- Madeyên bingehîn
- Rûnê riwekan
- Rûnê organîk
- Rûnê mîneral
- Vaks û ester
- Rûnê asîd
- Alkolên rûnê
- Polîglîkoleter
- Alkolên din
- Av
- Pudra
- Madeyên alîkar
- Emulgator û stabîlîzator
- Xwêyên alkalî yên asîdên rûnê (yên pirrmolekûlî)
- Xwêyên amonyum ên asîdên rûnê (yên pirr molekûlî)
- Esterê sulfîrîkasît, alkolê rûnê
- Polîoksîalkîleneter, esterê asîda rûnê
- Estera asîda rûnê ya polîoksîalkîlen û ji alkolên rûnê polîoksîalkîleneter
- Esterên fosforîkasîd
- Hêmîkeran
- Antîoksîdan
- Pakijker û ronker
- Madeyên bêhndar
- Boyax û pîgment
- Emulgator û stabîlîzator
- Madeyên kartêker
ÇavkanîBiguhêre
- Kozmetik Preparatlar / Doç. Dr. Günsel Bayraktar Alpmen (bi zimanê romî ye)