Guernica (tablo)
Guernica (bixwîne Gernîka), navê yek ji tabloyên herî nasyar ên Pablo Picasso ye. Tablo di çarçoveya Zervos IX 065 Picasso-Project 37-155 4 di hezîranê 1937an de bi rengên rûnî li ser tualê hatiye boyaxkirin. Mezinahiya tabloyê 349 cm × 777 cm e.

Wênekar Picasso vê tabloyê weke reaksiyon li dijî bombekirin û hilweşandina bajarê bask Gernika, ya ku di roja 26ê nîsana 1937an de çêbûbû, boyax kir. Balafirên elman û îtalyayî bi alîkariya hêzên nasyonalîst ên spanî ve bajar di Şerê navxwe yê Spanyayê de bombebaran kiriye, rûniştvanên sivîl kuştine û tunekirine. Herwiha, ev êrîş weke Legion Condor yê elmanan jî kete dîrokê.
Îro ev tablo digel koleksyona gelek pêşnumayan li Madridê di muzexaneya Reina Sofia de bidarxistî ye.
![]() | Ev gotara têkildarî hunerê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |