Guatr, perîzade, strûma, girep hemû term ji bo corek nexweşiya rijênê tîroîd tên bikaranîn.

Berhemanîna hormonên tîroîdê
Bi nexweşiya guatrê qirika mirov diwerime

Ji bo berdewamiya tendirustiya mirov, pêdivî bi mînerala îyotê heye. Mirovek gihiştî divê rojê bi qasê 145 mîkrogram îyot werbigire. Ji vî mêjerê kêmtir an jî zêdetira îyodê dibe sedema nexweşiyan.

Hormonên tîroksîn (T4) û trîîodotîronîn (T3) atomên îyotê lixwe digirin. Ango ji bo berhembûna van hormonan pêdivî bi îyotê heye. Eger asta rêjeya îyotê di nav xwînê de kêm be wê gavê hormon çênabin.

Gava di nav xwînê de rêjeya hormonên hîpofîzê kêm be, ji hîpotalamusê hormona derpirandina rijênê tîroîd (Thyrotropin releasing hormone (TRH)) tên derdan. Ev hormon li ser hîpofîza pêş bandor dike ko ji hîpofîzê hormonek hander çêbike. Navê vê hormênê jî hormona handera rijênê tîroîd e(TSH). Armanca hormona TSHê rijênê tîroîd e.

Bi bandora hormona TSH, tîrod dest bi berhemkirina hormonên tîroîdê dike. Ji bo berhembûna tîroksîn û trîîodotîronîn, li gel asîdên amînî, divê bi têra xwe îyot jî hebe. Di rewşa kêmîyotî de rijênê tîroîd bi têra xwe hormon çênake, vê gavê di nav xwînê de asta rêjeya hormonên tîroîdê kêm dibe. Ji ber ko hormonên tîroîdê kêm in hîpotalamus hê pirtir TRH der dide, ji ber bandora TRH, hîpofîza pêş jî hê pirtir TSH berhem dike û ber dide nav xwînê. Ji ber bandora TSH rijenê tîroîd hewl dide ko hê pirtir hormon berhem bike, lê ji ber kêmîyotî bi têra xwe hormon berhem nabe. Her çiqas ji ber kêmasiya îyotê tîroîd hormon berhem neke jî, ji tîroîdê wetrê xaneyên wî kêm in loma bi têra xwe hormon berhem nake. Ji ber vî sedemê xaneyên tîroîdê dabeş dibin û tîroîdê gir dikin. Ji ber tîroîda girbûyî, di qirika mirov de girê çêdibe û qirik û gewrî diwerime. Ev rewş wekî perîzade (guatr) bi nav dibe. Nexweşiya guatr bi gelemperî ji ber kêmîyotî peyda dibe, lê hin caran hîpotîroîdîzm û hîpertîroîdîzm jî dibe sedema guatrê.

Pêkhateya hormona tîroksînê (T4)
Pêkhateya hormona trîîodotîronînê (T3)

Mirov iyotê di nav xurekan de werdigire. Gelekî xurek (adan) îyot lixwe digirin, lê di nav xurekên ji deryayê yên wekî kevz, masî, karîdes de zef îyot heye. Li gel vana, zerika hêkê, şîr, penêr, mast, kartol, tûfiringî (çîlek) û mûz jî gelek îyot lixwe digirin. Bikaranîna xweya biîyot jî rê li ber nexweşiya guatrê digire. Nexweşiya guatrê bi neştergeriyê çareser dibe.

Girêdanên derve biguhêre