Gran Teatro Cervantes
Gran Teatro Cervantes, ji zimanê spanî tê wateya Şanoya Mezin a Cervantes avahiyek ji bo şano û operayê li Tanger, Marokoyê ye, ku li ser navê Miguel de Cervantes re hatiye vekirin. Şano di sala 1913ê de ji aliyê Spanyayê ve hatiye avakirin.
Gran Teatro Cervantes | |
---|---|
35°47′Bk 5°49′Ra / 35.78°Bk 5.81°Ra | |
Dewlet | Maroko |
Li beşa îdarî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Avakirina wê ji hêla Esperanza Orellana, mêrê wê Manuel Peña û xwediyê avahiyê Antonio Gallego ve hate rêve kirin. Kevirê yekem di 2ê nîsana 1911ê de bi merasîmeke bi heybet hate danîn û di sala 1913ê de, di sala vekirina wê de, bi dawî bû. Kapasîteya wê 1400 kursî ye.