Dema te baş bê Qewax, tu rast dibêjî, divê herdû gotar (Xwarizmî û Al-Khawarizmi) werin yekkirin. Ji kerema xwe tu dikarê vê yekê bikî? Serkeftin --Kurdodino 13:42, 8 pûşper 2009 (UTC)

Silav, xêr e? Tu çi ji peyva "Anatoliya" dixwazî? Min bala xwe dayê tu gotaran nanivîsînî lê bes peyva Anatoliyayê dikî Anatolî. Geli çima? Navê wê Anatoliya ye û dinya wisa dibêje. Heger bêjî Anatolî divê koka peyvê bibe Anatol. Çavkaniyeka te heye? Heger çavkaniyekê nikarî bidî xêra xwe xirab neke.. --Bablekan 19:44, 15 kewçêr 2009 (UTC)
Min bersiva we xwend. Na xêr mirov nikare bêî çavkaniyan têgihên rûniştî biguherînin. Ne ez ne jî cenabê we Kurdolog e. Werin em bi ya xwe nekin. Tu wekî dişibînî bilêvkirina Tirkan ku te ji bo Sewrê jî Sevr pêşniyar kiriye. Tirkî û Kurdî ne familyeyekê ne, karakterên wan cuda ne. Ji xêra xwe heya ku çavkaniyek ji ferhenga Kurdî bidî û heya ev yeka han ji aliyê pirraniya karberên Wîkîya Kurdî neyên pejirandin, gotaran neguherîne. Bala xwe hinekê jî bide nivîsandina gotaran.. Ev dema te xweş be.. --Bablekan 20:01, 15 kewçêr 2009 (UTC)
Erê dibe ku di hin zimanan de wekî ku tu dibêjî be. Min negot wekî çavkanî zimanên din nîşanî min bide. Min got di ferhengên Kurdî de çawa hatiye bikaranîn ji min re behsa wan bike, binivîsîne. Yek jî ev israra te çiye? Tu bes Anatoliyayê dikî Anatolî. Li vir em nikarin gora dilê xe tiştan bikin, kelîmeyan biguherînin. Tu dikarî du tiştan bikî: Yek, çavkaniyan bidî ji ferhengan. Du, tu dikarî gotina xwe pêşniyar bikî û bihêlî karberên me dengên xwe bidin (erênî, neyînî). Li vir zagon, norm û rêbazên me hatine kivşekirin. Heger guh nedî wan û bi kêfa xwe peyvan biguherînî, tên vegerandin. Silav.. --Bablekan 21:03, 15 kewçêr 2009 (UTC)