Leyistok, lehîstok, lîstik, yarîk: Ew rêzeçalakî ne ko; tê de hinek çalakî têne dubarekirin, yên/ya/yê ko dileyîzin/dileyîze keyfê jê dixwe( keyfê jê distîne)

Leyistok, lehîstok, yarîk... biguhêre

Slav heval, min li hesabê te nêrî tu ji 2009'an ve li wîkiya me yî. Min jî weke rêveberekî dilxwazê zimanê kurdî xwe ne girt û dixwazim ji te pirs bikim. Gelo kengî wê xêra te bigihîjê wîkîpediya me? An gelo tê hertim dema xwe bi guhertina rûpela xwe re derbas bikî û girêdana malpera xwe bi me re parve bikî? —Gomadapeyam 22:34, 2 sermawez 2011 (UTC)

bersiv: xebera te ye biguhêre

Rêzdarê birêvebirê Wîkîpedyaya kurdî.

Xebera te ye ez ji 2009ê ve yek ji bikarhênerên Wîkîyê me û ya rastî min bi nîyeta alîkarîdayinê xwe kiribû bikarhêner lê heke ez bextê xwe xera nekim, min hemî hêza xwe ya nivîsandinê li derên cida bi kar anî û min hinekê ev der ji bo xebatê ji bîr kir û belkî min hinekê xemsarî jî kiribe..

bêguman e ko ez evîndarê zimanê xwe me û hez ji hezkiriyên kurdîyê dikim û dixwazim alîkariya wan bikim.

1 - hê jî ez nizanim ka çawa dikarim alîkariya berfirehkirina ansîklopedîya me bikim.

2- ez nizanim ka herî zêde Wîkî hewceyî kîjan şiyanê min e.

bila hemî rengên xweşîyê di nêv keskesora jiyana kurdîhezan de be --Mirad Gundikî 20:21, 4 sermawez 2011 (UTC)

Min li ser rûpela te meyzand, tu di nav xebata kurdî de yî. Wekî tu jî dizanê gelek kurd nîn in ku bi kurdî xebatê dikin. Min malpera we kurdîgeh dît, tiştekî baş e. Wîkîpediya ji bo gelek zimanan derfeteke mezin e. Lê mixabin di nav me kurdan de qedrê wê nehatiye zanîn. Gelek ciwan di malpera we de ne. Ez dibê gelek ji wan xwendekar in. Lewma ne tenê bi kurdî dipeyivin. Ev jî ji bo ensîklopediya me derfetek e. Mane hemû ciwanên li malpera we dizanin wîkîpediya çiye û ensîklopedî çawa ye. Heta niha dibê ku wextê te çênebûbê, ez hêvîdarim tu ji niha pê ve alîkariye me bikî. Mînak: Tu dikarî hevalên xwe yên malperê vexwînî Wîkiya me. Heme nebê her heval gotareke rind di derbarê tiştê ew dizanin de binivîsin baş e. Ji bo wîkiya me pirr alîkarî hewce ye. Em dibêjin 40 milyon kurdî-axêv hene. Bila ji wan 20 milyon kurmanc bin. Lê tenê 7 kurd li wîkiya me xuya dikin. Ma gelo ev qas kurdên pesnê xwe didin û bi saetan facebookan an tiştên mîna wê bikartînin, nikarin saeteke xwe bidine wîkîpediya kurdî jî? Bila werin, çi alîkarî hewce bê emê kin. Tenê em dixwazin kurdên dilxwaz li vir bibînin. Ti kes ne bêkêmasî ye. Lewma bila ti kes ne tirsê. Tu dibêjê xebata te di derbarê lîstokên kurdan de hene. Tu dikarî van ji me re binivîsî. Heke pirtûka te derket an derketibê, wê weke çavkanî li bin gotarê binivîse. Ev ji bo naskirina te jî tiştekî baş e. Ne hewceye serê te biêşênim. Heke alîkarî ji re hewce bû tu dikarî pirs bikî. Û ez pir hêvîdarim ku bi xêra te kurdên li malpera kurdîgehê wê hin caran werin alîkariya me bikin. Bimîne di xweşiyê de. —Gomadapeyam 22:34, 4 sermawez 2011 (UTC)

Kurdîgeh û Wîkîpediya biguhêre

Merheba birêvebirên Wîkîpediyaya kurdî

www.kurdigeh.com malpera komek ciwanên kurdîhez e, ti têkiliyên wê bi ti sazî û siyasetan ve nîne û nivîskarên wê dizanin ko sîyaseta herî mezin li xwe û li zimanê xwe xwedîbûn e.

Her dîsa kurdîgeh xuşka hemî malperên ji bo çand û zimanê kurdî dişixule ye û ji ber ko Kurdîgeh xwe wek xuşkeka Wîkîpedîyaya kurdî dihesibîne, ew dixwaze agahîyên berfireh yên di derheqê Wîkîpediyayê de belav bike. gelo hûn dikarin ji info@kurdigeh.com ê re agahîyan birêkin?

Kurdîgeh dixwaze bersivên van pirsan bizane.

1- Wîkîpedîya bi giştî çi dike û beşa kurdî di çi astê de ye.

2- ji bo beşa kurdî çi divêt bê kirin

3- hûn li hêviya çi encaman in.

4- kî ji Wîkîya kurdî re dişixulin û kî dikarin jê re bişixulin.

5- giringiya Wîkîyê ji bo kurdan çi ye ... hwd

qewet be û bimînin di xweşiyan deEv peyama bêîmze ya Mirad Gundikî (gotûbêjbeşdarî) ye.

Slav heval, di serî de emê (xebatkarên wîkîpediya ya kurdî) bibin spasdar ji bo reklamdana wîkiya me. Hêvîdarim bi bangewaziya we jî bêhtir kurd wê werin alîkariya me bikin. Em dikarin nivîseke danasînê ji kurdîgeh.com'ê re bişînin. Ez dixwazim pêşî bersivên te yên li jor yek bi yek bibersivînim.
1- Wîkîpediya ensîklopediyeke azad e ku niha bi 282 ziman û zaravayan gotar têne nivîsandin. Ev ensîklopediya li ser înternetê ya belaş derfet dide zimanan ku bê fikara bazirganiyê xwe pêşde bixin û newin jibîrkirin. Wîkîpediya kurdî di 07.01.2004 de hatiye sazkirin. Lê mixabin ji wê rojê ve tenê 16.859 gotar hatine nivîsandin û em di nav zimanên din de di rêza 88'an de ne. Mebesta wîkîpediya me afirandina çavkaniyekê ya ji bo zimanê me ye. Mînak li vir gotarên gund û bajarên me tên nivîsandin. Jixwe ev nav li Kurdistanê qedexe ne û gelek ji wan gundan niha vala ne. Lewma dibê ku ew nav werin jibîrkirin. Lê hinga di wîkiya me de gotareke ensîklopedîk li ser wan hate nivîsandin wê hertim li vir bin û dema mirovên me xwestin dikarin agahiyên wan gund û bajaran fêr bibin.
2- Ji bo beşa kurdî gelek dilxwazên kurd pêwîst in. Ji ber ku di îstatîstîkan de jî berbiçav e ku gelek zimanên bi hejmera gelheyeke hindik li pêşiya me ne. Mînak em dibêjin kurd 40 milyon in li cîhanê, heme nebê 15 milyon kurmanc hene. Û tenê 16.859 gotarên bi kurdî hene. Lê fînlandî neteweyeke tenê bi 6 milyon gelhe ye û 281,744 gotar bi zimanê fînî hatine nivîsandin. Lewma ji wîkiya me re pirr xebat hewce ye.
3- Em li hêviya xwedî li kurdî derketina kurdan e. Bila zimanê me jî bêhtir were bikaranîn.(nivîsandin, xwendin hwd.) Hinga kurdên me bixwazin tiştekî fêr bibin, bila bi ensîklopediya kurdî fêr bibin. Bi zimanê xwe!
4- Niha sê rêveberên çalak, tevde 8 xebatkarên me hene. Wîkîpediya belaş e. Lewma herkes dikare hesabekî xwe çêke û tevlî me bibe. (Yên ku dikarin bi kurdî binivîsin!)
5- Girîngiya wîkiya me wekî min li jor mînak dayî, zimanê me ne serbest e lewma xetereyeke mezin heye ku ji aliyê gelek kurdan ve werê ji bîrkirin. Hinga em li mirovên cîhanê dimeyzênin hemû pêşî bi zimanê xwe tiştan fêr dibin. Çima kurd , bi kurdî fêr nebin? Bila kurdên me bes herin pêşî bi zimanê tirkî, farsî, erebî, almanî an îngilîzî li çavkaniyan meyzênin. Bila pêşî kurdî bikarbînin! Ji bo vê jî wîkiya me şansekî mezin e. Lewma divê em wê pêşde bixin. Em wisa bikin ku hinga kurdekî xwest di derbarê erdnîgariyê, zanistê, werzişê de tiştekî fêr bibin, bila wîkiya me alîkariya wan bike.—Gomadapeyam 12:40, 5 sermawez 2011 (UTC)

Slav hevalê hêja min nivîsa di malpera kurdîgeh.com de niha dît. Spas ji bo danasîna wîkîpediyayê.—Gomadapeyam 22:50, 19 sermawez 2011 (UTC)