Bi xêr hatî. Wekî tu jî dizanî, wîkîpediya bi norm û prînsîban dixebite. Em nikarin bêî destûr û lîsensê nivîs an wêneyan lê bar bikin. Çend gotarên te bar kirine, ne normatîv in. Ango te wergirtiye û sibeyê dikarin xwedîmaf doza jêbirinê bikin. Yek jî wîkîpediya, ne tenê gotarnivîsandin e. Wîkîferheng, wîkîpirtûk, wîkîgotin ûêd jî hene. Angaşt, rêzîman, gotin, helbest, cîhana bêjeyan hwd li vir dikarin agahiyeke ensîklopedîk bixemilînin lê bi serê xwe nabin ensîklopedîk. Lewra li fîlozofiya ensîklopediyan nayê. Bo mînak mirov dikare ew gotarên te barkirine di bin sernivîsa kurdî, rêzimana kurdî hwd de bide. "Rêzimana kurdî wiha ye, cudatî û taybetiyên wê ji zimanên din ev in, ev jî mînak in..". Ji bo mirovên li agahiyan digerin ango tên vira, agahiyên konkret girîng in. Ez bi xwe zimanê îngilîzî mereq dikim, ne ku pêşpirtik-paşpirtikên wê çawa ne ûêd, Lewra ji bo wan jî mereq bikim pêwîst e qet nebe bi qasî îngilîzek bi îngilîzî bikaribim. Wê çaxê jî hewceyiya min bi vira namîne, ez ê pirtûkên giramatîkê bikirrim an li malperên online ên xizmeta giramatîkê didin bigerim. Ji bo min agahiyên konkret ên li ser Amedê girîng in. Erdnîgarî, ol, kolan, aborî, statîstîk hwd. Lê heger di gotara Amedê de bo mînak serpêhatî, helbest, rêzimana zimanê qirix hebin, ez nagihêm armanca xwe. Dixwazim bêjim ka gotarên ensîklopedîk çawa ne. Helbet detay ne qedexe ne. Lê heger mirov him, dîwar, derî-pencereyên avahiyê çênekin, rave nekin, bikevin xemla kaxezên dîwarê nabe. Dîsa xêrhatina te dikim. Bi hêviya ku em bi hev re ensîklopediya xwe qet nebe bigihînin 100 hezar gotarê. Lê armanc 1 milyon e. Ev ne xeyal e, lê çi bikim serî de welatparêzên kurd hez ji zimanê xwe nakin. Welatparêzên me nebana em ewqas asîmîle jî nedibûn. --Bablekan 07:50, 7 reşemî 2012 (UTC)

sax bî, têdigêm, xêr dît, tu jî xêrdar be..