Ji kerema xwe alfebaya Kurdî bikarbîne. Tê xûyakirin ku te ev navana ji malperekê Romî (Tirkî) wergirtiye. Li rastnivîsa van navan bigerî baştir dibe. Serkeftin di karê te de. --Bablekan 20:44, 3 reşemî 2008 (UTC)

Ev gundana ne yên Kürecikê ne? Binêre Kürecik. Ji kerema xwe alfebeya Kurdî bikarbîne û beriya ku tu van navan lêbarbikî, hinde li orjînala wan (rastiya wan, rastnivîsa wan) bigere. --Bablekan 21:09, 3 reşemî 2008 (UTC)

Tu nîqaşan naxwînî? Ew alfabeya tu bikartînî ne ya Kurdî ye. Tu ji malperên Tirkî werdigirî û wekî wan li vir jî dinivîsînî. Gela çiqas bibawer in ev navana? Min got li rastiya wan û kanên bibawer ên din bigere. Lê tu naxwînî.. --Bablekan 10:34, 5 reşemî 2008 (UTC)

Heger tu wisa bi ya xwe bikî; Ango alfabeya Kurdî bikarneynî, ji malperên Tirkî -bêî ku bifikirî ka ev agahî şaş in an na- agahiyan bînî li vir barbikî, rexneyan nexwînî û guh nediyê, çavkaniyan nîşan nedî.. Ewê demekê şûnde hemî werin jêbirin.. Hêvî dikim îcar mikur werî li ser wan bifikirî. Serkeftin. --Bablekan 19:33, 13 reşemî 2008 (UTC)