Silav. Tu beriya her tiştê xwe wekî bikarhêner qeyd bike, ka em bizanibin tu çendîn cîdî yî. Yê we Soranan her tiştê we heye. Ewçend zanîngeh hene li Başûr, ka rojekê jî bila ji bo Wîkîpediya Kurdî bixebitin. Li Başûr Kurmancî hate hilanîn di qada fermî de, dengê we derneket. Heya bigire kêfa we hat. Pirraniya Kurdan Kurmanc in û helbet wê Kurmanc xwedî li Wîkîyê derbikevin. Tu rexneya xwe li Soranan bike. Soranî zimanê dewletê û yê perwerdeyê ye. Derfetên we ji yên me pirrtir in. Rektorên zankoyên Başûr dizanin 3-4 jinan bikin wekî şêxên Ereban, bila hinekê jî zanistiyê bikin. Ti saziyeka Başûr guh nade Kurmanciyê. Me dîtiye, bûne şahîdê wê û êdî kes nikare ji me re çîrokan bêje. Pirr baş bû ku Soranî cuda bû, wisa baştir e. Em bi herfên Erebî nizanin û naxwazin fêrî wan jî bibin. Dema te her xweş be.. --Bablekan 17:52, 20 rezber 2009 (UTC)


Ev rûpela gotûbêjê ye ji bo bikarhênerên nediyarkirî ku hîn hesabekî xwe çênekirine an jî bi kar nayînin. Ji ber vê yekê divê em wan bi navnîşana IPyê ya hejmarî nîşan bikin. Navnîşaneke IPyê dikare ji aliyê gelek kesan ve were bikaranîn. Heger tu bikarhênerekî nediyarkirî bî û bawer dikî ku nirxandinên bê peywend di derheqê te de hatine kirin xêra xwe ji xwe re hesabekî veke an jî têkeve da ku tu xwe ji tevlîheviyên bi bikarhênerên din re biparêzî.